TEKOŞÎNA LI DIJÎ KOMPLOYA NAVNETEWÎ YA 15’Ê SIBATÊ
ENTERNASYONALÎST WÊ ÎSAL JI FRANKFURTÊ DEST BI MEŞÊ BIKIN
15’ê Sibatê salvegera 23’an a Komploya Navneteweyî li dijî Rêber Apo ye.
Bi nêzîkbûna salvegera komployê, li Ewropayê Kurdistanî û dostên xwe dest bi çalakiyan kirin.
Bi taybetî ciwan ji niha ve amadekiriyên xwe yên meşa dirêj kirin.
Enternasyonalîst jî wê 6’ê Sibatê roja Şemiyê ji Frankfurtê bimeşin.
Meşa ku wê bi 180 kîlometreyî dewam bike, wê ji enternasyonalîstên ji Kolombiya, Brezîlya, Ekvator, Meksîka, Spanya, welatê Baskê, Katalonya, Îtalya, Swîsre, Elmanya, Belçîka, Awûstûrya û welatên Skandînavyayê re malovaniyê bike.
Enternasyonalîst wê 12’ê Sibatê li Strasbourgê bi rengekî komî tevlî xwepêşandana girseyî bibin.
Enternasyonalîstan sedema vê meşê bi daxuyaniyeke bi raya giştî re parve kirin.
Diyar kirin ku ne tenê gelê Kurd, pêwîstiya gelên cîhanê hemûyê bi fikrên Abdullah Ocalan heye û gotin;
“Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya cîhanî bi azadiya Rêber APO xurtir bibe.”
5’ê Sibatê: Frankfurt, roja kombûnê
6’ê Sibatê : Frankfurt-Darmstadt, meş wê saet 10:00 de li Hauptwache’yê dest pê bike.
7’ê Sibatê: Darmstadt- Bensheim
8’ê Sibatê: Weinheim-Mannheim, bîranîna Bêrîvan û Ronahî.
9’ê Sibatê: Ludwigshafen-Bad Dürkheim
10’ê Sibatê :Homburg-Saarbrücken
11’ê Sibatê : Saarbrücken, êvarê konser wê bê lidarxistin.
12’ê Sibatê : Ji bo xwepêşandana navendî rêwîtiya ber bi Strasbourgê ve.
Enternasyonalîstan her wiha bi navê “Meşa dirêj a ji bo azadiya Abdullah Ocalan” bi 10 zimanî malpereke înternetê vekirin.
Kesên ku dixwazin beşdarî meşê bibin dikarin bi rêya e-mailê li ser ekranê we xuya dibe serlêdan bikin.