TECRÎDKIRINA RÊBER APO
“DIVÊ LI GORÎ RAPORA CPT TECRÎD WERE BIDAWÎKIRIN”
Dewletên serdest ji bo ku miletên bindest hê zêdetir weke kole bikarbînin, tim wan meşkul dikin, serok û rêberên wan, rûsipiyên wan dixin zîndanan bi wan wext didin wenda kirin. Girtin û tecrîdkrina rêber Apo, şûnvexistina kurdane. Tenêhiştina kurdane. Dewleta trik ji herkesî bêtir dizane ku kurd di doza xwe de mafdar in, tekoşîna ku Ocalan û hevalên wî dane destpêkirin weke nan û av heqê kurdan e.
Dewleta tirk jî baş dizane ku rêber Apo bi neheqî di zîndanê de ye. Cihê wî li cem gelê wî ye. Parlementerên HDPê Tulay Hatîmogullari û Nûrettîn Maçîn azadiya Ocalan xwestin.
“DIVÊ LI GORÎ RAPORA CPT TECRÎD WERE BIDAWÎKIRIN”
Parlementera HDPê ya Edenê Tulay Hatîmogullari derheqê tecrîdkirina Rêber Apo de ji ANFê re axivî.
Tulay Hatîmogullari bibîrxist, ku encama tecrîda li dijî Ocalan maneyeke xwe ya cidî di warê siyasî de heye û got, rûbirûmayîna Rêberê gelekî bi pêkanînên bi vî rengî, cezakirina wî gelî ye.
Parlementera HDPê rapora CPT ya tecrîda li dijî Rêber Apo bi awayekî fermî piştrast kir jî bibîrxist û got, divê ew rapor li ber çavan bê girtin. Pêdiviya me bi fikrên Birêz Ocalan heye ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane û demokratîk.
Heke hevdîtin ji nû ve bi Birêz Ocalan re pêk neyên, wê gelên Tirkiyê hemû winda bikin.
Divê tavilê tecrîd were bidawîkirin.
Parlementerê HDPê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn jî derheqê “Deklerasyona Banga Aştiyê” de axivî, ku di rojên borî de ji aliyê HDPê ve hatibû ragihandin.
Nûsrettîn Maçîn destnîşan kir, ku bi vê deklerasyonê gelê Kurd li dijî tecrîdê azadiyê dixwaze û got, kesên şer dixwazin emrê wan kin e. Wê kesên ji bo aştiyê têdikoşin bi serkevin.