JI KCK’Ê PÊNGAVA “DEMA BI DESTXISTINA AZADIYÊ YE”
TCŞ Û TEKO-JIN’Ê PÊNGAV SILAV KIRIN Û BANGA SEFERBERIYÊ KIRIN
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer bi daxuyaniyekê pêngava KCK’ê silav kirin û destnîşan kirin ku ew ê bi rihê seferbariyê beşdarî pengavê bibin.
Têkildarî pêngava KCK’ê ya ‘Dema Bidestxistina Azadiyê ye’ Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya xebata ji bo azadî û serbestiya rêber APO hat kirin û wiha hat gotin.
Di serî de rêber APO rejîma faşîst a AKP/MHP’ê bi hemû hovîtiya xwe êrişî deskeftiyên gelê Kurd ên azadîxwaz dike..
Ji bo têkbirina vê faşîzmê erk û mîsyoneke zêde dikevê ser milên ciwanan.
Em ciwan, pêngavê silav dikin û ji bo ji pêngavê re bibin bersiv em ê pêşengiyê ji gelê xwe re bikin.
Dem dema azadiya rêber APO û Kurdistaniyê..
Divê ciwanên li Kurdistan û derveyî welêt bi rihê seferberiyê li qadan têbikoşin û agirê serhildanê mezin bikin.