Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Takor Zerdeştî: ‘Çeteyên Roj take amûrê şerê navxweyî ji bo PDK’ê’

 

ÇETEYÊN ROJ TAKE AMURÊ ŞERÊ NAVXWEYÎ JI BO PDK’Ê
TAKOR ZERDEŞTÎ / WELAT

Ji destpêka ku Çeteyên Roj hatiye avakirina heta niha, ew ji bo têkbirina aramiya li Rojava yan vekirî yan jî veşartî ji aliyê dewleta tirk û MÎT’ê ve tên perwerdekirin…

Ev hêz bi cil û navê pêşmerge hatine bi cîh kirin û ENKS xwe wek xwediyê vê hêzê dizane. Lê di rastiyê de her kesek ku hinek lêkolîn li ser vê mijarê bike dê bibine ku ev hêz girêdayê dijminê kurdan ango dewleta tirk e.

Bi salan e ku PDK hewl dide berê pêşmerge û gelê kurd bide şerê li dijî gerîla. PDK pir dixwaze ku rewatiyê bide şerê navxweyî. Lê ne pêşmerge ne jî gel bi kiryarên wan nayê xapandin. Her wiha gerîla jî bi hêsanî xwe nake nav vî şerê ku dikeve xizmeta dewleta tirk…

PDK ji xeynî kare kuştin, talan, êrîş û sûîkastan bi nasnameyên sexte van çekdaran tev li hilbijartinan dike û wan di karên siyasî de jî bikar tîne.

Piranî siyasetmedar û çavdêrên siyasî dibêjin ku damezirandin û mûçeyên van çekdaran dij zagon û fermiyeta başûrê Kurdistanê ne. Bi hişyariya gelê berxwedêr û yekgirtiya Rojava van hêzên çekdar di nav gel de jî teşîr bûn. Lê mixabin ev çekdarên ku ji aliyê gel ve tên şermezarkirin ne di ferqa riswabûna xwe de ne.

PDK ya ku di van dek û dolabên xwe yên hevpar di gel dewleta tirk de li hember Rojava tu encamek bi destnexist bi parçekirina wan û şandina ber bi heremên gerîla êdî hewlek pir xurt dide vê hêzê li hember Gerîla bixe dewrê.

Di 24’ê mehê de Aras Îbrahîm ê pisporê mijarên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de di derbarê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Tayyîb Erdogan ev nirxandin kiribû:

“Di hevdîtinên li Antalya de li ser mijarên êrîşên li ser gerîla li hevhatin çêbûne. Li gor lihevkirina wan di serê nîsanê de Tirkiye ji aliyê Çemçû ve û PDK jî ji aliyê Garê de dê êrîşê gerîlayan bike”.

Ji xwe piştî vegera Nêçîrvan Barzanî ji Tirkiyeyê PDK yekser ket nava liv û tevgera leşkerî û çeteyên Roj li herêmên gerîla xist rewşa amadebaşiyê. Di nav du hefteyên dawî de PDK’ê li Şeladizê herî kêm 25 welatiyan revand ku piraniya wan di bin 18 salî de ne. Ev bûyer jî wek amadekirina şer tê nirxandin…

Bêyî van çeteyan dewleta tirk û PDK nikare li hemberî gerîla şer bike. Dewleta tirk dizane ku di şerê li hemberî kurdan de çeka herî bi bandor pêşengtiya PDK’ê ye. Jixwe aşkere tê zanîn ev nîv hurmeta ku malbata Barzanî li ser maseyên giftugoyên di gel dewleta faşîsta tirk de dibîne ji vê sedemê ye.

Lê pêwîste gelê kurd bi hişyarî tev bigere û her kes hişyartiyê bide van çeteyan û li hember wan helwestek pir cîdî bide ber xwe. Her bêdengiya pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û gelê Başûr bi xwestin an jî nexwetin alîkariyê dide şerê ku xizmeta dewleta tirk dike.

Di encamê de yan wê pêşmerge navê xwe li kêleka reşnavên çeteyên Roj binivîsên an jî dê li hemberî vê şermezariyê bi seknekî dîrokî rabin ser piyan. Divê pêşmerge di şerê li dijî gerîlayên Kurdistanê de bi parazvaniya netew û şerefê di dîrokê de navê xwe li kêleka gerîlayên bi rûmet binivîsin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv