Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tahîr Elçî tê bibîranîn: Em li kujerên bi zirxa bêcezakirinê tên parastin digerin 28.11.2020

AMED – Baroya Amedê û parêzvanên mafê mirovan bi boneya salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî meşek li dar xistin û li ber Mînareya Çar Ling bi bîranîn. Serokê Baroyê Cîhan Aydin diyar kir ku pênc sal in ew li kujerên Tahîr Elçî yên bi zirxa bêcezakirinê tên parastin digerin

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî roja 28’ê Mijdara 2015’an dema ji bo parastina Mînareya Çar Ling a Sûrê daxuyanî dida çapemeniyê hat qetilkirin. Baroya Amedê di salvegera 5’emîn a qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de bernameyek bîranînê li dar xist. Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, endam û rêveberên Baroyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê, nûnerên baroyên Riha, Wan û Şirnexê û gelek kesên din li ber Edliya Amedê li hev kom bûn. Komê pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin û heta ber Minareya Çar Ling meşek li dar xist. Di dema meşê û daxuyaniyê de dorpêçkirina polîsan jî hebû. Komê di meşê de li çepikan da û lolîpopên bi nivîsa “Tahîr Elçî bêmirin e” û “Em hemû Tahîr Elçî ne” hildan.
Girse li ber Minareya Çar Ling bi strana Ahmet Kaya ya bi navê “Strana Amedê” hat pêşwazîkirin. Di kêliya bîranînê de balkêş bû makîneyên kar ên derdorê hatin xebitandin û deng derxistin.
‘XEYALÊN TE XEYALÊN ME NE SEROKÊ HÊJA’ 
Li ber Minareyê, Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin daxuyanî da û wiha got:
“Pênc sal in em li kujerên Tahîr Elçî yên bi zirxa bêcezakirinê tên parastin digerin. Me 218 hefte li ber Edliya Amedê çalakî li dar xist û em li edaletê geriyan. Piştî doz vebû me navber da çalakiya xwe. Me biryar girt ku wê ji niha şûn ve lêgerîna me ya edaletê li korîdorên edaletê bidome. Danişîna ewil a dozê da nîşandan ku polîtîkaya bêcezakirinê ya di pêvajoya lêpirsînê de sîrayetî dadgehê jî kiriye. Baroya Amedê û hevpîşeyên me wê li dijî polîtîkaya bêcezakirinê têkoşîna xwe bidomînin. Piştî ku serokê me Tahîr ji me veqetand, jî tiştek neguherî û hin bêtir tarî bû. Li vî welatî êdî mîsogeriya hiqûqê ya tu welatî nîne. Binçavkirin, girtin, kuştinên ne yasayî, kuştina jinan, êşkence, îstîsmarkirina zarokan û talankirina hawîrdorê hin zêdetir bûye. Em ji demek xerab re şahidiyê dikin.
Dildar Serok, bi kurt û kurmancî rewşa welatê me xemgîn e. Xeyalên te yên demokratîk, azadî û aştiyêxeyalên me ne jî. Em ê bibin parêzvanên xeyal û ramanên te. Wê têkoşîna me ji bo wan xeyalên te bidome.”
Piştî daxuyaniyê, girseyê qerenfîlan danî cihê Elçî lê hatiye qetilkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv