Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

SYRIAHR: ‘Çeteyên Ehrar El-Şerqiye welatiyek binçav kir û 3 hezar dolar ji malbatê dixwaze’

 

SYRIAHR:
ÇETEYÊN EHRAR EL-ŞERQIYE WELATIYEK BINÇAV KIR Û 3 HEZAR DOLAR JI MALBATÊ DIXWAZE

Şopdariya Sûrî ya Mafên Mirovan di mijara binpêkirinên çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyê li Efrînê de, nûçeyek bi vê manşêtê belav kir:

Çeteyên koma bi navê Ehrar El-Şerqiye welatiyek binçav kir û 3 hezar dolar ji xwediyê wî dixwaze..

Çalakvanên Şopdariya Sûrî ya Mafên Mirovan, dane diyarkirin ku çeteyên koma Ehrar El-Şerqiye, welatiyek ji gundê ((Naza)) yê girêdayî navçeya Şera, roja 3 vê mehê, derveyî çarçoveya qanûnê, binçav kir, û erebeya wî jî birin, herweha doza 3 hezar dolar ji xwediyê wî dikin ta ku serbest berdin.

Di heman mijarê de, çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî, roja 27 Mijdarêî, jinek ji gundê ((Şêx Mihemed)) yê girêdayî navçeya Reco, li bajarê Efrînê binçav kir, û ew birin navendên xwe yên leşkerî, bê ku tewana wê bê naskirin, tenê ji bo wergirtina fidyê ye.

Dîsa roja 3 vê mehê, mala pîrejinekê ji gundê ((Şêx Mihemedlî)) rastî êrîşeke talanê ji aliyê çeteyên nediyar ve hat.

Di encamê de, hemû kelûpelên malê digel tabloyên enerjiya rokê hatin dizîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv