Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şukru Gedîk: ‘Yên ku PKK’ê dixin ‘lîsteya terorê’ bila şerm bikin’

 

YÊN KU PKK’Ê DIXIN ‘LÎSTEYA TERORÊ’ BILA ŞERM BIKIN
ŞUKRU GEDÎK / ANHA

Dewlet xwedî wê serbestiyê ye ku her cure sûcan bike. Di hiqûqa navneteweyî de sûc tên pênasekirin. Dewleta Tirk ji van sûcan azad tê hesibandin. Her çend bi hezaran bûyer, agahî û belgeyên sûcên şer hebin jî, tu saziyên hiqûqê yên neteweyî û navneteweyî naxebitin.

DYA, welatên YE’yê bi bêdengiyê destekê didin sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan. Bi ser de jî desteka xwe ya leşkerî, siyasî, aborî, dîplomatîk û îstîxbarî bê navber didomînin. Bi xistina PKK’ê li ‘lîsteya terorê’ Kurdan ceza dikin.

Ji bo ku PKK’ê bixin ‘lîsteya terorê’ jî sûcên nû çêkirine. Heta Olof Palme jî kirin qurbanî. Ji ber vê feraseta li Ewropayê hat afirandin, PKK krîmînalîze kirin. Têkoşîna azadiyê ya gelan qedexe kirin. Di şexsê PKK’ê de gelê Kurd bi darve kirin. Yên ku vê yekê li gelê Kurd rewa dibînin, sûcdar in. Yên ku PKK’ê dixin ‘lîsteya terorê’ divê ji kiryarên xwe şerm bikin û lêborînê ji gelê Kurd bixwazin.

Yekane hêza ku li hemû eniyan li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike PKK ye. Ji Kerkûkê heta Kobanê, ji Mexmûrê heta Şengalê li eniyên herî pêş ên hemû deveran gerîlayên PKK’ê hene. Her wiha DAIŞ têk bir ku ji bo Ewropayê jî belayeke mezin e. Lewma PKK’ê jî tevkarî li ewlehiya welatên YE’yê kiriye. Lê belê cihê şermê ye ku PKK hîna di ‘lîsteya terorê’ de ye û ev yek jî ji bo yên ev biryar daye, şermeke mezin e.

Gunehê ku Kurd bûne mêtingeh û mehkûmî koledariyê kirine, li stûyê wan kesan e ku PKK’ê dixin ‘lîsteya terorê’. Welatên ku biryar daye PKK’ê bixin lîsteyê, bi taybetî jî dewleta Alman, divê berdêla sûcên xwe yên li dijî gelê Kurd bidin. Divê di zûtirîn demê de vê şaşiyê rast bikin.

Têkiliyên dewleta Alman ên bi Tirkiyê re ji Împaratoriya Osmanî heta roja îro dewam dikin. Ji ber têkiliyên xwe yên li ser esasê berjewendiyan, dibe hevkara sûcên li dijî Kurdan. Almanya teknîka pêşketî ya leşkerî dide dewleta Tirk û mîna ku li yahûdiyan kir, heman tiştî li Kurdan jî dike.

Dê erdnîgariya gelê Kurd bê dagirkirin, ziman û çanda wan bê qedexekirin, mafê wan ê siyasetê ji destê wan bê girtin, bên qetilkirin, dê mîna qurbanan bidin ber kêrê lê ew ê xwe neparêzin. Kî biryara vê dide, çima dide? Çima welatên Ewropayê şirîkên vê zilmê ne? Divê hesabê vê hovîtiyê bidin lê PKK’ê dixin ‘lîsteya terorê’ û vê zilmê mezintir dikin.

Hêzên desthilatdar ên cîhanê, gelê Kurd mehkûm kirin. Ji bilî mirinê tu rê li ber Kurdan nehiştin. Mafê parastinê bi têgeha terorê tê pênasekirin û lêgerîna azadiyê tê qedexekirin. PKK’ê dixin ‘lîsteya terorê’ û Rêbertiya wê girtî ye û tecrîdkirî ye.

Kampanyaya derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ ji bo eşkerekirina kesên dijminahiya gelê Kurd dikin û li her derê parastina mafên me yên mirovî yên rewa, firsendeke girîng e.

Biryarên ku gelê me bê parastin dihêlin, PKK’ê dixin ‘lîsteya terorê’, rêber Apo mehkûmî mercên tecrîda girankirî dikin; ji bo Kurdan bê wate ne û tu rewabûna xwe nîn e. Divê bi vî awayî beşdarî li kampanyayê çêbe û bê serxistin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv