NEWROZA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ŞOREŞA ROJAVA BI HER DENG Û RENGÊN XWE LI QADÊN NEWROZÊ BÛ
Li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrî îsal Newrozên herî bi heybet hatin lidarxistin.
Ji Dêrikê ta Şamê bi milyonan kes li qadan bûn.
Bajarê berxwedanê Kobanê bi tevahî li qada Newrozê bû.
Li Qamişlo jî bi hilatîna rojê gel qefle bi qefle berê xwe da qada Newrozê.
Û ew qad bi vî rengî tije kirin.
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl li vir peyama xelkê Qamişlo ya Newrozê da.
Li Hesekê jî pêkhateyên bajêr serê sibê berê xwe dan qada Newrozê.
Pêkhateyên bajêr qada Newrozê dagirtin.
Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed li vir axivî û got, em ê bi geşkirina agirê Newrozê, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin.
Li Dêrikê jî pîrozbahiyeke mezin hat lidarxistin.
Kurdan û pêkhateyên din ên bajêr bi cilûbergên neteweyî berê xwe dan qada Newrozê.
Û li vê derê jî qada Newrozê bi vî rengî hat tijekirin.
Dêrikiyan bi deng û peyamên Rêber Apo agirê xwe yê Newrozê pêxistin.
Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif xîtabî pêkhateyên Dêrikê kir.
Li Girkê Legê jî pîrozbahiyeke bi coş a Newrozê pêk hat.
Li Tirbespiyê jî Newroza Dem Dema Azadiyê ye bi girseyî hat pîrozkirin.
Xelkê bajêr bi karwanên mezin ên wesaîtan berê xwe da qada Newrozê.
Di Newroza Tirbespiyê de bibîranîna şehîdan agirê Newrozê hat pêxistin.
Xelkê Dirbêsiyê jî bi heman coşê berê xwe da qada Newrozê.
Li Amûdê jî bi hezaran kes li qada Newrozê bûn.