Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şoreş Xidir: ‘Xwedîderketina li Ocalan xwedîderketina li mirovatiyê ye’

 

Endamê Komîteya Azadiya Ocalan Şoreş Xidir: Divê em gelê Kurd û gelên azadîxwaz û demokratîk çalakiyên xwe bidomînin da ku Rêber Ocalan azad bikin.

Şoreş Xidir ku yek ji Endamên Komîteya Azadiya Ocalan e di hevpeyvînekê ya bi ANF’ê re bal kişande ser tecrîd û şîdeta li ser Rêber Apo.

Xidir di destpêka axaftina xwe de behsa erkê Komîteya Azadiya Ocalan kir û got, “Komîteya Azadiya Ocalan tê wateya xwedîderketina li mirovekî ku doza neteweyekê girtiye ser milê xwe, xwedîderketina li mirovekî ku xwedî hizrê neteweya demokratîk e. Ew kesayetiyê ku karî neteweyekê ji ber mirinê rizgar bike Rêber Ocalan e.”

‘RÊBER APO JI ALIYÊ FIKRÎ VE JI HER KESÎ ZÊDETIR AZAD E’

Şoreş Xidir di dewama axaftina xwe de işaret bi erk û berpirsiyartiyên komîteyê kir û wiha pêde çû: “Komîteya Azadiya Ocalan bi erkê xwe yê exlaqî dizane ku xwedî li Birêz Ocalan derbikeve, bi hemû rengî xebat û çalakiyan berfireh bike da ku Rêber Ocalan ji quncê girtîgehê azad bike. Li gorî min kesek nîne ku mîna  Rêber Ocalan ji aliyê fikrî ve azad be, lê divê ji bo ku Rêber Ocalan bi awayê fîzîkî azad be em bixebitin.”

‘MIFTEYA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD DI DESTÊ RÊBER OCALAN DE YE’

Xidir her wiha destnîşan kir ku azadiya neteweya Kurd girêdayî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û diyar kir: “Mifteya çareseriyê di destê Ocalan de ye, ne tenê ji bo gelê Kurd belku ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn.

Di heman demê de girîngiya Rêber Ocalan di vê yekê de ye ku em nikarin weke mirovekî asayî li wî temaşe bikin. Ji ber ku Rêber Ocalan xwedî li projeyeke ku jê re tê gotin Neteweya Demokratîk e.”

‘RÊBER OCALAN AZAD BIBE WÊ PIRSGIRÊKÊN HERÊMÊ JÎ NEMÎNIN’

Endamê Komîteya Azadiya Ocalan Şoreş Xidir di berdewama nirxandinên xwe de wiha behsa rewşa dewlet netewe yên herêmê û sîstema sermayedarî kir: “Dewlet neteweyên herêmê li ser bingeha ne demokratîk, şer û alozî hatine damezrandin, ji ber wê dewletên serdest ên cîhanê û sîstema sermayedarî baş dizane ku ger Rêber Ocalan azad bibe wê hemû pirsgirêk û nakokiyên herêmê jî nemînin û planê şer ên dewletên serdest hilweşe.”

Xidir her wiha bal kişande ser sedema tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û domandina girtîgeha Îmraliyê û got; “Dewletên serdest û sîstema sermayedarî ji bo bazirganiya çekên xwe di domandina şer de israr dikin, ji ber wê parastina desthilatiyên ne demokratîk dikin, wan hemûyan jî bi girtin û tecrîdkirina Rêber Ocalan pêk tînin.”

Şoreş Xidir di dawiya nirxandinên xwe de anî ziman ku êşkence û tecrîda ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê rêvebirin tê wateya bê hêvîkirina neteweyekê û wiha domand: “Ji ber wê divê em gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz û demokratîk çalakiyên xwe bidomînin da ku Rêber Ocalan azad bikin, ji ber ku xwedîderketina li Rêber Ocalan xwedîderketina li neteweyek, li azadî û mirovatiyê ye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv