Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

SOHR: Herî kêm 26 eskerên artêşa Sûrî di)kemîna DAÎŞ’ê de hatin kuştin 09.02.2021

 

DAIŞ’Ê ÊRIŞÎ ARTÊŞA SÛRÎ KIR
SOHR: HERÎ KÊM 26 ESKER DI KEMÎNA DAIŞ’Ê DE HATIN KUŞTIN

Çeteyên DAIŞ’ê ji dawiya sala 2020’an ve bi taybet li herêma rojhilatê Firatê careke din xwe birêxistin dikin..

Doh danê sibê li çolistana Meyadîn a girêdayî Dêrazorê, çeteyan kemîn danî pêşiya karwarên leşkerî yê artêşa Sûrî..

Di encamê de şereke dijwar rû da..

Rêxistina Çavdîriya Mafê Mirovan a navenda wê li Londonê ye têkildarî encama şer agahî parve kirin..

Li gorî vê 26 endamên hêzên rêjîma Sûrî û 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin..

Rêxistinê diyar kir ku ji destpêka salê vê cara pêşî ye ku êrişa DAIŞ’ê ya ew çendî dijwar li dijî hêzên rêjîmê pêk tê..

Dawiya sala 2020’an li ser rêya Humus û Dêrzorê çeteya kemîn danîbû pêşiya hêzên rêjîmê û di encamê de 39 leşker hatibûn kuştin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv