Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sîxurên ji aliyê HPG’ê ve hatibûn girtin yek bi yek li xwe mikur tên 29.03.2021

 

DOKUMENTERA NOKER
SÎXURÊN JI ALIYÊ HPG’Ê VE HATIBÛN GIRTIN YEK BI YEK LI XWE MIKUR HATIN

Di Dokumentera bi navê Noker de sîxurên ji Başûrê Kurdistanê yên ji aliyê HPG’ê ve hatine girtin yek bi yek li xwe mikur hatin.

Egîd Taha Ebdullah, Yusûf Ezîz, Ebdullah Xidir, Qehreman Ebdullah û Tuwana Hecî…

Ev kes bê çawa ketine xefka xiyanetê, bi çi rengî hatine razîkirin û çawa nuqteyên gerîlayan ji MÎT’a Tirk re ragihandine, yek bi yek vedibêjin.

Di Dokumenterê de kurte dîroka têkoşîna azadiyê û netewbûna gelê Kurd û li hemberî vê yekê xiyaneta navxweyî tê vegotin.

Sîxurên axivîn bi taybetî bal kişandin kesê bi navê Guhdar ê di nava PARASTINa PDK’ê de kar dike.

Sîxurê Qehreman Ebdullah jî dide zanîn, ku asayîşa PDK’ê gefa kuştinê lê xwariye û wî jî sîxurtî qebûl kiriye.

Tûwana Hecî jî ji ber ku gefa qutkirina mûçe-meaş lê hatiye xwarin bûye sîxur.

Egîd Taha Ebdullah jî karê MÎTa Tirk danî pêşiya wî eşkere dike.

Piştî ku ev karê qirêj qebûl kirin, her 5 sîxuran dest bi ragihandina îstîxbaratê kiriye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv