Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîROJEVA ME

Şiroveya Heftiyê: Destavêtin polîtika dewleta tirk e 16.12.2020

 

DESTAVÊTIN POLÎTÎKA DEWLETA TIRK E
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Li herêmên ku welatparêziya Kurd bi hêz û pêşketî ye, dewlet tecawizkariyê bi rêxistin dike. Wekî kuştin, girtin û sîxûrkirinan, tecawizê jî ji bo tirsandin û perçiqandina civakê mîna amûrekê bi kar tînin. Ev dewlet ewqas qirêj û piçûkketî ye ku tecawizî hin jin û ciwanan dike, an jî bi gefa tecawizê zexta muxbîr û sîxûriyê li wan dike.

Niha dewleta tirk bûye dewleta herî bê-exlaq, herî qirêj ya dinyayê. Ji bo vîna gelê Kurd bişkînin, her tiştî mubah dibîne. Ji bo hesreta azadiyê û daxwazên gelê Kurd biperçiqîne, polîtîkaya ‘dikarin her tiştî bi Kurdan bikin’ li ser kar e. Ya rastî, kî bi vê dewletê re di nava peywendiyan de ye û li dijî van polîtîkayan dengê xwe dernaxe, ew jî şirîkê heman polîtîkayên qirêj e.

Jin bi gotina ‘100 sûcên’ dîktarî, rojane sûc û gunehekî rejîma Erdogan eşkere dikin. Lê di serî de Ewrûpa û Emerîka, hîn jî gelek dewlet vê dewletê û desthilata wê ya qirêj destek dikin. Jixwe dewleta Tirk a qirker jî dibêje pêkanînên me yên wiha qirêj û dermirovî ji me re dimîne û pêkanînên xwe didomînin. Divê ev tecawiz wekî êriş an jî heqaretek li bajarên wekî Batman, Agirî, Amed an jî bajarekî din yê Kurdistanê tenê neyê dîtin. Li dijî gelê Kurd hemû ye. Ev êriş bi tenê li dijî Kurdên li Bakur pêk nehatiye û nayê. Her wiha li dijî Kurdên Başûr, Rojhilat, Rojava û Kurdên li her devera cîhanê êrişek wiha kirêt pêk tê.

Destavêtina jin, ciwan û zarokên Kurd destavêtina gelê Kurd hemûyî ye. Heta ev êriş wiha neyên fêmkirin, Kurd nikarin van êrişan rawestînin. Ne jî rûmet û anora Kurdbûnê tê parastin. Divê bê zanîn ku armanca van êrişan ew e Kurdan bê anor û rûmet bihêlin. Eger namûsek civakî hebe, ew jî ev heqîqet e ku dewleta Tirk a qirker dike armanca êrişan. Niha li dijî van êrişan helwest û nerazîbûn neyê nîşandan, lê bi navê namûsê dê şikandina vîna jin û ciwan bê dewamkirin. Serwextî û têgehiştinek şaş ya namûsê jî ev e. Bêyî parastina namûsa civakî, ti kes nikare namûsa jin û zarokan biparêze.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv