ÊRIŞÊN LI DIJÎ EYN ÎSAYÊ
ŞERVANÊN QSD’Ê EREBEYEK LEŞKERÎ YA ÇETEYAN TEQANDIN
Dewleta Tirk û çeteyên wê ji ber bêdengiya Rûsyayê, êrişên xwe li dijî gundewarên Eyn Îsayê dewam dikin..
Şevê din çeteyên dagirker xwestin bikevin gundê Mialekê…
Şervanên QSD’ê di cih de bersiv dan û li herêmê şerekî dijwar derket..
Di encamê de erebeyek leşkerî ya çeteyan hat teqandin û kesên tê de hatin kuştin..
Beriya wê jî li heman herêmê rêya M4 bi dijwarî hat topbarankirin..
Hêzên dagirker li herêma Şehbayê jî êrişî cihê sivîlan kirin..
Ber êvarê gundên Eyn Deqnê û Minix hatin topbarankirin..