PDK DERIYÊ SÊMALKA VENAKE
SEROKÊ ODEYA BAZIRGANIYÊ YA DUHOKÊ: GIRTINA DERÎ ZIRARÊ LI ABORIYÊ DIKE
16’ê Kanûnê hêzên PDK’ê bêyî biryara Hukûmeta Herêma Kurdistanê, Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de girtin.
PDK’ê 19’ê Kanûnê jî deriyê bazirganiyê yê El Welîd li ser Rojava girt.
Li dijî vê yekê nerazîbûneke zêde heye û heta niha ji gelek partî, sazî, rêxistin, hêz û kesayetên cûda ve bang li PDK’ê hatiye kirin, ku tavilê deriyan veke.
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Duhokê Eyad Hisên got, girtina deriyên navbera Rojava û Başûr biryareke siyasî ye.
Girtina derî zirarê dide bazirganên herêmê, bandoreke xirab li bazarên Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.
Eyad Hisên banga vekirina deriyan kir.
Li aliyê din 16 hêz û partiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûrî daxuyaniyeke hevpar dan.
Hêz û partiyan bang li desthilatdariya Başûrê Kurdistanê kirin, ku tavilê deriyên sînor veke.