Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Serketin ya gerîla ye, ku bi baweriyeke mezin şer dike!’

 

Ji Fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê Alan Malazgîrt bal kişand ser têkoşîna gerîla, derbên ku li dijmin hate xistin û taktîkên ku di nava şert û mercên şer de hatin afirandin, nirxand.

Ji Fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê Alan Malazgîrt operasyonên artêşa Tirk ên 23’ê Nîsanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dane destpêkirin, têkoşîna gerîla û derbên ku li dagirkeran hate xistin, ji ANF’ê re nirxand.

Alan Malazgîrt diyar kir ku sala 2021’ê ji bo dewleta Tirk weke saleke encamgirtinê dihate nirxandin û got, “Bi vê armancê plansazî çêkirin, gav avêtin. Ji 10’ê Sibata 2021’ê dest pê kirin û xwestin di nava salê de serketinên mezin bi dest bixin. Hem ji bo xilaskirina dîlgirtiyan hem jî operasyona li Garê, bi vî rengî dest bi salê kirin. Xwest ku bi serketineke mezin a leşkerî, siyasî û civakî hêza xwe nîşan bide û ji bo vê jî plansaziyên berfireh kirin. Lê belê ev plansazî û taktîkên ji bo nîşandana hêza xwe, 10’ê Sibatê bi operasyona li Garê berevajî bûn, encama ku dixwestin nekarî bi dest bixin. Tevî ku piştgirî ji PDK’ê girt û heta astekê piştgirî ji hikumeta Iraqê girt, bi operasyona li Garê re di rêbaza şer de guhertineke cidî nekarîn nîşan bidin, bi bikaranîna teknîka zêde xwestin ku operasyona nuqteyê bikin û hêza xwe ya leşkerî nîşan bidin. Dewleta Komara Tirkiyeyê ji bo vê têkçûna xwe veşêre li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di 23’ê Nîsanê de li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê dest bi operasyonan kir. Heta astekê teknîk û tekonolojî bi pêş ve bir, lê nekarî encama dixwest bi dest bixe. Lewma Erdogan ji bo careke din ji civaka Tirk re vê yekê ispat bike, hem hestên neteweperestiyê geş bike û bixe nava liv û tevgerê, hem jî nîşan bide ku çi bixwaze bike dikare bike, bi vî rengî dest bi sala 2021’ê kir. Lê belê encama ku dixwest bi dest nexist, di vê operasyonê de winda kir. Ji ber ku rêbaza operasyonê ji bo wan nû bû. Berê operasyonên berfireh hatibûn kirin, lê belê vê carê rêbaza gerîla cuda bû.”

Fermandar Alan Malazgîrt diyar kir ku dijmin jî rêbaza xwe di sala 2021’ê de guhert, li ser vê bingehê amadekarî kir û got, “Di sala 2021’ê de heta astekê kîmyasal bi kar anî, her wiha nûbûnên teknîkî jî bi kar anî, aliyê îstîxbaratê bi kar anî û bi her awayî hêzên xwe xiste dewrê. Ji aliyê dem û cografîk ve guhertin di êrişan de kir, ji ber vê yekê êirşên sala 2021’ê hinekî cuda bûn. Lê belê tevî ku ji Nîsana 2021’ê heta dawiya salê bi her awayî êriş kirin jî nekarîn encamê bi dest bixin. Lewma berdêla vê giran bû, dijmin li vir xitimî. Ev xitimandin di medya xwe de bi rengekî cuda nîşan dan û weke ku bi ser ketin pêşkêş kirin. Bi hêza medya û şerê psîkolojîk weke ku ji aliyê leşkerî ve bi ser ketine nîşanî civaka Tirk dan û xwestin serneketina xwe binixumînin.”

Alan Malazgîrt destnîşan kir ku di rêbaza wan a şer de jî nûbûnek çêbû û got, “Rêbaza şer a ku di tunelan de hate meşandin, birêxistinkirina gerîla bi rêbaza tîm, ne rêbazek bû ku dijmin li bendê bû. Jê hebû ku di demeke kurt de wê karibe bikeve nava tunelan û li hemberî teknîka ku bi kar tîne kes nikare bisekine. Bi vî rengî dijmin xwe bi şerê taybet nepixand û hewl da serketî nîşan bide. Hewl da vî şerî hinekî veşartî bimeşîne, ji ber ku medya Tirk aliyên vî şerî bi temamî nîşan nedan, gelek aliyên şer eşkere nebû. Ji ber vê yekê windahiyên xwe kêm eşkere kir, yan jî qet neda, bi vî rengî xwest binixumîne. Windahiyên me jî nepixand, bi vî rengî di medyayê de rêbaza şerê taybet meşand. Ev rewş li Tirkiyeyê hem di şer de hem jî li ser civakê gelekî bi kar anîn. Di karakterê dewleta Tirk de şerê taybet timî li pêş e. Ev yek hem ji aliyê me ve hem jî ji aliyê gelê me ve têne zanîn. Şer tenê bi propagandayê nayê meşandin.”

Fermandar Alan Malazgîrt bal kişand ser rastiya şer û wiha dewam kir, “Eger tu nikaribe hêza li hemberî xwe têk bibe, hingî tu serî li rêbazên cuda yên derveyî şer dide. Dîroka şer a dewleta Tirkiyeyê bi vî rengî qirêj û qirker e. Di operasyonan de yên 23’ê Nîsanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kirin, dijmin li hemberî tunelê şer xitimî û bi ser neket. Lewma hin cûreyên gazê û kîmyasal bi kar anî. Dijmin her çend serî li rê û rêbazên cuda da be jî, her çend teknîk, kîmyasal bi kar anî jî li hemberî vê yekê rastiya PKK’ê, rastiya Apoyî rabû. Ji bo şer herçend berdêlên giran divê jî em ê ji vê yekê paşve gavê neavêjin. Nuqteya ku dijmin ji me fêhm nake ev e. Di şer de ku pêncî sal in em dimeşînin, tişta ku dijmin fêhm nekiriye, karakterê berxwedanê yê PKK’ê ye, helwesta PKK’ê ye ku amade ye bi her awayî berdêlan bide, lê paşve gavê neavêje. Ji ber vê yekê tevî ku şerê taybet, gazên kîmyewî û her cûre teknîk bi kar anî jî encam bi dest nexist.”

Alan Malazgîrt destnîşan kir ku sala 2021’ê hem ji bo wan hem jî ji bo dijmin bû saleke ji nûbûnan û got, “Em jî vê rewşê dinirxînin. Şert û mercên şer her tim têne guhertin, li ser vê bingehê di rêbaza şer de guhertin çêdibin. Rêxistiniya gerîla bi rengê gerîlayên modern bi rêbaza tîman, profesyonelbûna gerîla, pêşketinên di şerê tunelan de hatin bidestxistin, pêşî li gelek gavan vedike. Di şer de bêguman kêmasî çêdibin. Em van di nava xwe de dinirxînin.”

Fermandar Alan Malazgîrt diyar kir ku dijminê wan hebûna xwe li ser tunebûna wan ferz dike û got, “Bi guhertinên di taktîkên şer de hatin kirin, di gerîlatiya serdema nû de berxwedaneke mezin hate nîşandan, ev rewş îsal kete pratîkê. Hate fêhmkirin ku gerîla bi rêbazên cuda, bi çalakiyan dikare dijmin rawestîne. Dibe ku ji ber zor û zehmetiyên şert û mercên şer raya giştî bi hemû çalakiyan ne hesiya. Bêguman dijmin wê di şer de israr bike, lê belê şerê ku diqewime nîşan dide ku hikumeta heyî ya şer nekarî encama dixwest bidest bixe. Em jî xwe li gorî vê rastiyê amade dikin, nirxandinên xwe li ser nêzîkatiyên dijmin û guhertinên di rêbazên me de hatine kirin, pêk tînin.”

Alan Malazgîrt destnîşan kir ku gerîla wê teqez tolê ji dijmin hilîne û got, “Berxwedana gerîla ya îsal ji bo me bû hêz û moraleke mezin. Îradeya bêhempa ya ku gerîla li dijî teknîka dijmin nîşan da, baweriyeke kûr, moral û motîvasyoneke xurt afirand. Sala 2022’an ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê me, ji bo serketinên gelekî mezin ên gelê me wê bibe saleke ku em ê têkoşînê lê mezin bikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv