Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Serhildana Jinên Afgan li Dijî Talîban

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Emê niha guh bidin îsyana jinên Afgan…Poîtîkayên Talîbanê yên kevneperest, jinan hema hema ji her qada jiyanê veqetand…Kar girt ji destên wan, dibistanan li wan qedexe kir. Duh jinan li paytext Kabîlê xwepêşandan kirin.

SERHILDANA JINÊN AFGAN A LI DIJÎ TALÎBANÊ:
“DERIYÊ DIBISTANAN LI KEÇAN VEKIN, JINAN BÊ KAR, ZAROKAN BIRÇÎ NEHÊLIN”

Ev qêrîn, îsyana li dûv wendakirina destkeftiyan e…

Rêxistina Olperest Talîban, ji hingê ku hukumeta xwe ya tarî ava kir, welêt ber bi krîzeke aborî û civakî ve dikişîne.

Siyaseta olperest a Talîbanê, pêşî berê xwe da qadên hebûna jinan.

Kargeh, dibistan, kolan tevan yek bi yek bi qanûnan ji destên wan girt.

Duh jinên Afgan, li paytext Kabîlê ji bo mafên xwe bi xwepêşandanekî deng dan hev.

Zarok, ciwan. mezin daxwazên wan tev yek bûn:

“Bila deriyê dibistanan li zarokên keç bên vekirin, bila jin bê kar û zarok birçî neyên hiştin.”

Çalakger, her wiha bi sloganan “Em dengê milletê xwe yê feqîr in” meseleya xizaniya ku gav bi gav mezin dibe protesto kirin û rewşa tê de ne wiha anîn ziman:

“Hejmara kesên feqîr zêde bûn. Êdî zarok jî ji bo nanê zikê xwe dixebitin. Gelek zarok ji birçîna mirin. Em hatin vir, bibin dengê wan zarokan.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv