ŞERÊ TAYBET Ê DAGIRKERIYA TIRK
LI GUNDÊN PAYÎZAVA ZEXTA SÎXURKIRINÊ
Li navçeya Wanê Payîzava artêşa tirk ya dagirker zextê li gundiyan dike, ku ji wan re sîxuriyê bikin.
Artêşa tirk di gel ewqas çete, eskerên profesyonel û di gel ewqas cerdevanên xwe çima hê jî hewce dibîne gel mecburê sixûriyê bike?
Artûşa tirk gelo bi kijan huquqî, bi kijan curettî ewqas li gorê dilê xwe bêrûmetiyê li ser xelê kurd ferz dike.
Agahiya zextan ji gundên Kelegirîn, Tirşîn, Koxan, Çarçelan, Aşkan, Avan û 2 gundên din ên Payîzava hat.
Kesên bi uniformayên eskerên tirk, zextê li gundiyan dikin ku bibin sîxurên wan.
Li gorî agahiyan, ev kes li zozan û gundan gelek gundiyan dixin lêpirsînê jî.
Pirsên weke, “tu yê kî bibînî, diçî kû û xizmên te kî ne” ji gundiyan tên pirsîn.
Bi taybetî danê êvarî koçerên li zozanan dibin hedefa van zextên dagirkeriya Tirk.
Ev kesên ku xwe weke eskerên tirk didin nasin, li gorê dilê xwe davêjin ser malan.