Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şerê li dijî dagirkeriyê : HPG’ê 3 gerîlayên sala 2018’an li Botanê û Amanosan şehîd bûn bibîr anîn.

 

ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG’Ê 3 GERÎLAYÊN SALA 2018’AN LI BOTAN Û AMANOSAN ŞEHÎD BÛN BIBÎR ANÎN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê 3 gerîlayên li cih û demên cûda li Botan û Amanosan şehîd bûn bibîr anîn.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

Di sala 2018’an de gerîlayan li dijî êrişên qirkirinê wek li qadên din li herêmên Botan Amanosan jî berxwedaneke bêhampa nîşan dan.

Hevreyên me Devrîm, Êriş û Qendîl bi destanî li berxwe dan û derbên giran li dijmin xistin.

Heta şehîd bûn, ti carî ji têkoşîn û sekna xwe paşde gav navêtin.

Nasnameyên gerîlayên şehîd wiha ne.

Devrîm Guldal bi nasnav Devrîm Çelê li Colemêrgê ji dayik bûye û 7’ê Nîsana 2018’an li herêma Botanê şehîd bû.
Serhat Komur bi nasnav Êriş Andok li Mûşê ji dayik bûye û 7’ê Nîsana 2018’an li herêma Botanê şehîd bû.

Hesen Hesen bi nasnav Qendîl Huseyîn li Efrînê ji dayik bûye û 27’ê Adara 2018’an li Amanosan şehîd bû.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de yek bi yek behsa her sê gerîlayan kir..

Hevreyê me Devrîm wek ferdekî eşîra Pinyanîşê ya yek ji eşîrên welatparêz li Kurdistanê li navçeya Colemêrgê Çelê ji dayik bû.

Hê ji zarokatiya xwe ve bi hestên welatparêzî mezin bû têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir.

2014’an beşdarî nava refên gerîla bû.

Li her qadê bû xwedî beşdariyeke xwebexşî ya wezîfeyan.

Hevrêyê me Êriş Andok li navçeya Mûşê Kopê li nava malbateke welatparêz ji dayîk bûye.

2014’an li dijî polîtîkayên qirkrinê yên dewleta Tirk berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.

Ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe zû bi pêş xist û li gelek qadan gerîlatî kir.

Herî dawî derbasî herêma Botanê bû û vê derê jî erka xwe bi serketî anî cih.

Hevrêyê me Qendîl Huseyîn jî li bajarê Rojavayê Kurdistanê Efrînê ji dayîk bû.

Weke ciwanekî bi rûmet ê Kurd beşdarî nava refên Şervanên Azadiyê yên Rojava bû.

Dema şoreşa azadiyê ya Rojava dest pê kir ji bo erka xwe pêk bîne tevlî nava refên gerîla bû.

Derbasî yek ji qadên herî zehmet ên têkoşînê qada Amanosê bû..

Ti carî ji şoreşgeriya xwe paş de gav navêt.

Tevlî gelek çalakiyên li Amanosê bû û derbên mezin li dijmin xistin..

HPG’ê herî dawî sersaxî ji malbatên şehîdan û welatparêzên Kurdistanê re xwest û got:

Em careke din soz didin ku emê xeyalên azadiyê yên hevrêyên xwe yên şehîd û gelê xwe bi ser bixin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv