Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şerê li Dijî Dagirkeriya

 

 

Hêzên gerilla pêşî bi cenga li herêmên Heftanînê û Metîna dest bi salê kiribûn û piştre bi êrişên dewleta tirk re ev şerê dijwar li gelek deveran berfireh bû.

Ji gerîlayan Ciwan Cûdî û Ronî Arbaba ji ANF’ê re axivîn û behsa vê berxwedanê kirin.

Gerîla dibêjin: Dijmin çi bike jî wê nikaribe rê li ber pêşketina gerîla bigire.

ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
GERÎLAYÊN CENGA XABÛRÊ: DIJMIN WÊ NIKARIBE RÊ LI BER ŞERÊ GERÎLA BIGIRE

Tevahiya sala 2021’ê li Herêmên Parastinên yên Medyayê hêzên HPG û YJA-Starê li dijî dagirkeriya Tirk di cengeke giran de bûn.

Gerîlayan bi Pêngavên Şoreşgerî bersiv dan tevgera dagirkirinê ya dewleta Tirk.

Li herêmên Heftanînê û Metîna jî bi Cenga Heftanînê gerîla ketin sala 2021’ê û bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ev sal bi dawî kirin.

Yek ji wan gerîlayên di Cenga Xabûrê de cihê xwe girtî, Ciwan Cûdî diyar kir, ku ew ji destpêka şer ve li herêmê ye û wiha got:

Ciwan Cûdî diyar kir, ku hevalên wan dor li eskerên Tirk ên li herêmê girtine û her tim li wan didin.

Gerîlaya YJA-Starê li ser şerê dema bê jî wiha got:

Yek ji wan gerîlayên di Cenga Xabûrê de cihê girtî li Heftanînê Ronî Arbaba jî got, wê gerîla destûr nede ku dewleta Tirk li Heftanînê bi rehetî raweste.

Ronî Arbaba çalakiya navbera Girê Qertel û Girê Sîpan bi bîr xist û got, dijmin texmîn nedikir ku em çalakiyek wilo serketî li dar bixin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv