Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şêniyên Binarê Qendîlê: Hikumeta Herêmê bingeha êrişan ava dike 10.09.2020

 

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK YA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
ŞÊNIYÊN BINARÊ QENDÎLÊ: HIKUMETA HERÊMÊ BINGEHA ÊRIŞAN AVA DIKE

Li Başûrê Kurdistanê yek ji deverên ku di hedefa dewleta Tirk a dagirker de ye: Binarê Qendîlê ye.

Di encama êrişan de heta niha gelek sivîl şehîd bûne..

Şêniyên herêma Baleyan a girêdayî Binarê Qendîlê ji ber êrişan bi fikar in.

Lê fikara wan a herî mezin jî bêdengiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya li dijî êrişên dewleta Tirk e.

Welatî dibêjin, ji ber bêdengî û hevkariyê hikumeta herêma Kudistanê bingeha êrişan amade dikin.

Êrişên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistan bi taybetî jî gundên li Binarê Qendîlê dewam dikin.

Li gorî daneyên şaredariya Binarê Qendîlê heta niha di êrişan de 25 welatî şehîd bûn gelek jî birîndar bûne.

Lê ya balkeş ew ku heta niha tu berpisekê serdana wê herêmê nekirine û derbarê êrişan de rapor amadenekiriye.

Ekîbeke ajansa nûçeyan a Firatê ANF’ê çû herêma Baleyan ya girêdayî Binarê Qendîlê.

Nûçegihandinê ANF’ê Hewrê Ferîdûn destpêkê diçe gundê Mavnan.

Şêniyekî gund Mihemed Mavnanî li ser êrişên dewleta Tirk agahiyan dide.

Gundê Serkan jî nêzî gundê Mavnan e.

Di êrişên dewleta Tirk de li vî gundî 4 ciwan şehîd bûne..

Gundiyê bi navê Resûl Qadir Hemed dibêje, ne PKK di hedefa dewleta Tirk de dagikirina tevahiya Kurdistanê ye.

Jina bi navê Ayşe Resûl jî fikara xwe ji ber bêdengiya hikûmeta herêma Kurdistanê tîne ziman.

Û dibêje, ji ber bêdengî û hevkariyê, hikumeta herêma Kudistanê bingeha êrişan amade dike..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv