LI XANESORÊ LI DIJÎ PEYMANÊ DAXUYANIYEK HAT DAYÎN
Şêniyên Şengalê jî diyar dikin ku pêdiviya me bi vê peymanê tineye û gotin: Ev 6 sale em xwe bi rêve dibin û diparêzin em dikarin ji vir û şude jî vê yekê bikin.
Meclîsa Gel a Xanesorê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ derbarê peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyaniya ku li pêşiya avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê hat Dayîn de gelek kes amade bûn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin
Ev peyman biryarek siyasî ye û di berjewendiyên herdu hikûmetan de ye.
Lewma em tu biryarên derveyî li derveyî îradeya Şengalê qebûl nakin.
Em bi tu awayî qebûl nakin mafê Êzidiyan di destura Iraqê û yasayan de ji nedîtî ve were.