ÊRIŞA LI DIJÎ ŞENGALÊ
ŞENGALIYAN CAREKE DIN PEYAMA BERXWEDANÊ DAN DEWLETA TIRK Û HEVKARÊN WÊ
Li ser banga Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, xelkê deverê li Serdeşta Çiyayê Şengalê kom bû.
Meşa Şengaliyan ji ber Darên Qewala dest pê kir û heta ber Meclîsa Gel a Serdeştê dewam kir.
Tevî serekeşîr, endamên sazî û rêxistinên civaka Êzîdî, gelek kes beşdarî meşê bûn.
Piştî meşê Cîgirê Hevserokên MXDŞ’ê Heso Îbrahîm axivî.
Li ser navê Şengaliyan got, bila dijmin baş bizane, em civaka Êzîdî, li ser soza fermandarê mezin Zerdeşt Şengalî ne û dibêjin “Êzîdî natirsin.”
Heso Îbrahîm bêdengiya hukûmeta Iraqê ya li hemberî êrişan jî weke piştgiriya ji bo dewleta Tirk pênase kir.