SENGALÎ XWEDÎ LI HEBÛNA XWE DERDIKEVIN
PÊKHATEYÊN HERÊMÊ LI DIJÎ GEFÊN IRAQÊ SERÎ NATEWÎNIN
Di 9’ê Cotmehê de li dijî Şengalê bi destwerdana dewleta tirk ve di navbera PDK û Bexdayê de peymanek hat îmzekirin.
Gelê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe ve ji bo balê bikşîne ser vê peymana beyom bê navber çalakiyan lidar dixe û nerazîbûna xwe eşkere dike.
Di çarçoveya vê berxwedanê de, 2’ê Kanûna 2020’an bi pêşengiya meclîs û saziyên Şengalê bi dirûşmeya “Em Hemû Asayiş in” çalakiya kon vedanê destpê kir.
Li gel çalakiya kon vedanê ya ku 118 roje didome, Şangalî bi meş û xwepêşandanên cûda jî balê dikşînin ser vê peymana înkarê.
Ev berxwedan û hewildanên xelkê Şengalê ji aliyê peywendîdar ve nayê dîtin.
Rêvebiriya Bexdayê ji bo Meslîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê sazî û dezgehên xwe radestî hukûmeta Federal a Iraqê bike heya 1’ê Nîsanê dem daye.
Li himberî zêdebûna gefên artêşa Iraqê ên li ser Şengalê, endamên partî û saziyên Êzidiyan jî li dora konê berxwedanê kom dibin û dengê nerazîbûna xwe bilindtir dikin.