SENDÎKAYA SOLÎDARIES A FRANSÎ:
JI BO EDALETÊ EM 9’Ê ÇILE LI PARÎSÊ KOM BIBIN
Bi rasthatina salvegera 7’an a komkujiya Parîsê, wê 9’ê Çile xwepêşandan werin lidarxistin..
Tevgera Jinên Azad li Ewrûpayê pêşengiya çalakiyan dike…
Sendîkaya Solîdarîes a Fransî têkildarî salvegera komkujiyê de daxuyaniyek da..
Sendîkaya li hemberî xemsariya hukûmeta Fransayê nerazîbûn nîşan da û wiha got;
Jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê Mît’a Tirk ve hatin kuştin. Komkujî dikeve sala xwe 8’an, lê berpirsiya hê jî nehatine cezakirin.
Li Fransayê eşkere bû ku berjewendiyên siyasî û aborî di ser edaletê re ne.
Sendîkayê ji bo şermezarkirina vê xemsariyê ev bang kir:
Îsal ji ber vîrûsa Koronayê dibe ku tevlîbûna ji welatên derve kêm be. Lewma pêwîst bi taybet xelkê parîsê bi awayekî girseyî beşdarî bîranîne bibe.
Ji bo edaletê, em 9’ê Çile li Parîsê kom bibin..
Eger edalet bi cih were, tewanbarkirina PKK’ê ya terorê jî wê bidawî bibe.