SEMA HUSÊN A 21 SALÎ:
HEZ DIKIM DI CÎHANA HUNERÊ DE BIMÎNIM
Jina ciwan Sema Hisên 21 salî ye.
Sema Hisên, heya 18 saliya xwe li Erebîstana Siûdiyê maye û ev sê sale vegeriyaye Rojava.
Niha li bajarê Hesekê dijî û li zanîngeha Rojava beşa bijîşkiyê dixwîne.
Lê li kêleka xwendinê bi karê hunerê re jî mijûl dibe.
Li aliyekê wêneyan xêz dike, li aliyê din li tembûrê dide.
Sema Hisên ku di nava xwendin û hunera xwe de hevsengiyekê çêkiriye dibêje: “Bi hunerê kesayeta xwe ava dikim. Bê westandin xweşiya serkeftinê nayê dîtin û hîskirin û hez dikim di cîhana hunerê de bimînim.”