Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem: Mirov Qasim Engîn be

 

MIROV QASIM ENGÎN BE
SELAHATTÎN ERDEM / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Di salvegera yekemîn a şehadeta endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn de ji bo bîranîna wî li gelek deveran çalakiyên mezin ên bîranînê tên lidarxistin. Em jî wî bi rêz û hezkirinê bi bîr tînin.

Saleke di çalakiyên girseyî de wêneyên wî timî hatin hildan. Navê wî timî li ser zimanan bû. Helbesta wî timî dihate bihîstin. Mirovan gelek caran ji rûyê wî yê li ken sûd û hêz werdigirt. Gelek kesan pirtûkên wî yên dîrokê û gotarên wî xwend, hewl da hin tiştan jê hîn bibe.

Di çalakiyên bîranînê yên meha Gulanê de wêneyên wî timî hatin hildan. Niha jî çalakiyên bîranînê bi navê Kasim Engîn tên lidarxistin. Hefteya dawî ya Meha Şehîdan meha Gulanê weke Hefteya Kasim Engîn e. Ji ber ku dibe asta dawî ya xeleka şehîdan ku 18’ê Gulana 1977’an çêbû. Bi vî rengî şehîdên hefteya dawî ya Meha Şehîdan di şexsê Kasim Engîn de tên bîranîn. Fedayiyên nemir ên Kayseriyê Êriş û Andok ji van şehîdan e.

Bêguman zehmet e ku mirov li ser şehîdan biaxive, binivîsîne. Ji ber ku ya divê bê gotin wan bi xwe gotin, ya ku divê bê kirin wan bi xwe kirin. Yanî xwe bi xwe îfade kirin. Lewma ya ku dikeve ser milê me ne axaftin an jî nivîsandina li ser wan e, ya ku dibe para me fêhmkirin û bicihanîna armancên wan e.

Lê belê dîsa jî girîng e ku her kes ya jê fêhm dike vebêje. Ji ber ku kûrahiya wateyê bi vî rengî dikare bê bidestxistin. Yên ku şehîdên leheng nas kirin divê ji yên nas nekirin re vebêjin. Ji xwe divê mirov ji her kesî bêhtir şehîdên xwe nas bikin û fêhm bikin. Ji ber ku jiyana rast ew bi xwe ne. Mirovên azad temsîl dikin. Xwe gihandine rastiye. Ji bo mirovên sax her tim mamoste ne.

Şehîdbûn nehêsan e. Kasim Engînbûn nehêsan e. Ji bo vê beriya her tiştî pêwîstî bi hêza kûr a wateyê heye. Mirov bi vî rengî dikare xwe bigihîne rastiya Rêbertî. Lê belê ev jî tenê têrê nake. Girîng e ku veguherîne hêza wateyê, baweriya jiyanê, yanî bi cih bêne anîn. Ya diyarker ev bi xwe ye. Ji bo vê jî pêwîstî bi wêrekî û fedakariyeke gelekî xurt heye. Şehîd van hemûyan temsîl dikin. Li ser vê bingehê ew şahidiyê ji rastiya heqîqetê û serketina wê re dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv