Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem: Helwesta rast a welatparêziyê rabûna li ber PDK’ê ye

 

SELAHATTÎN ERDEM / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
HELWESTA RAST A WELATPARÊZIYÊ RABÛNA LI BER PDK’Ê YE

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku rêveberiyeke bazirgan e, vê bazarê jî bi hostatî dike. Rêveberiya heyî ya PDK’ê ji bo vê qezenca şerê li dijî PKK’ê werbigire bi dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê re ji gelek aliyan ve peymanan dike, têkiliyan çêdike. Di berdêla prîma wergirtî jî dewleta Tirk jê re dibêje, ‘Tevlî şerê li dijî PKK’ê bibe’. Ew jî bi rê û rêbazên cuda tevlî dibe, ji dewleta Tirk re îxbara gerîlayên PKK’ê dike û ji pişt ve dorpêç dike. Dibetiya şer û rageşiya navbera PDK û PKK’ê bi vî rengî rû dide.

Di vê rewşê de asta herdu partiyan weke hev e? Eşkere ku mirov bêje ‘weke hev e’ evê bibe derew û bêwijdanî. Ji xwe rêveberên PKK’ê dibêjin, ‘Em li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dijminê mêtinger li ber xwe didin, werin em bi hev re li ber xwe bidin, tu neyê jî qet nebe xwe danîne ber dijmin û ji pişt ve li me nexe’. Li hemberî vê yekê jî Rêveberiya PDK’ê dibêje, ‘Berpirsyarê van hemûyan PKK ye, divê PKK ji Kurdistanê derkeve û biçe’. Rêveberiya PDK’ê têkiliyên heyî yên bi dewleta Tirk re rast dibîne, hîn mezintir dike û ji bûyerên diqewimin jî dewleta Tirk qet sûcdar nabîne.

Gelo ji aliyê welatparêziyê ve aliyekî rast ê vê siyaseta rêveberiya PDK’ê heye? Eger PKK rabe bêje, ‘Bila PDK ji Kurdistanê derkeve û biçe, naxwa ez ê wê derxînim’ wê çi bibe? Eger PDK vê dibêje, wê demê mafê PKK’ê jî heye ku heman tiştî bêje. Diyar e rageşiya heyî ne ji ber siyaseta PKK’ê ye, bi temamî ji ber zîhniyet û siyaseta PDK’ê ye. Têkiliyên PDK’ê û dewleta Tirk, dijberiya li PKK’ê gihîştiye asteke welê ku ji hevkarî û xiyanetê jî wêdetir e.

Ya rast zehmet e ku mirov ji PDK a heyî re bêje partî. Veguheriyiye rêxistineke eşîrî û malbatî. her tiştî ji bo berjewendiyên eşîrê û malbata Barzanî dike. Xaka ku li ser sînor firotine dewleta Tirk ji ber ku xaka eşîreke cuda ye hatiye firotin. Bi firotina xakê dixwaze eşîrên cuda lawaz bike, bi vî rengî Barzanî bi ser dikeve û faşîzma AKP-MHP’ê bi ser dikeve. Bi kurtasî yê dikire kêfxweş e, yê difiroşe kêfxweş e. Divê mirov li ber vê bazarkirinê rabe. Eşkere ye ku welatparêziya rastî ya Kurdistanê rabûna li ber polîtîka û zîhniyeta PDK’ê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv