Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem: Dema hilweşîna faşîzmê ye

 

DEMA HILWEŞÎNA FAŞÎZMÊ YE
SELAHATTÎN ERDEM / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Em baş zanin ku di destpêka salên 1990’î de navê çetebûyîna li Kurdistanê Hîzbûllah bû. Gelê Kurd ji vê re got, ‘Hîzbul kontra’. Ev çetebûyîn ji sala 1987’an û pê ve ji aliyê JÎTEM’ê ve hate avakirin û kontrolkirin. Ev pêvajoya navborî di nava rêveberiya AKP’ê de dewam kir û Sedat Peker û yên mîna wî bûn para AKP’ê. Ji xwe niha nava AKP’ê tevlîhev dike. Ev yek nîşan dide ku Sedat Peker çetekariya nava AKP’ê ye.

Ev bûyerên çetekariyê ku ji MHP’ê û vir ve di bin partiyên cuda de ava bû, ji aliyê ‘Gladyoya Tirk’ a ser bi NATO’yê ve hatiye birêxistinkirin û kontrolkirin. Yanî ev çetebûyî bûyereke ku ji ber xwe ve ava bûye, nîne. Berevajî, ji aliyê hêzên ku jê re ‘Dewleta kûr’ tê gotin û ji aliyê gladiyoyê ve hatiye birêxistinkirin. Navê destpêkê yê vê gladiyoya li nava artêşa Tirk hatiye birêxistinkirin ‘Desteya Lêkolînkirinê ya Seferberiyê’ bû. Navê xwe yê duyemîn ‘Daîreya Şerê Taybet’ bû. Navê sêyemîn û yê herî dawî jî ‘Fermandariya Hêzên Taybet’ e. Li Kurdistanê JÎTEM ji aliyê vê desteyê ve hatiye kontrolkirin.

Xusûsa duyemîn a girîng ew e ku AKP a heyî ya ev dewleta îllegal bi dest xistiye, ya jî ji aliyê wan ve hatiye kontrolkirin. Weke ku tê zanîn, Fethûllahiyan jî xwest hêza navborî bi dest bixe, lê belê bi ser neket. Bi tasfiyekirina Fethûllahiyan re yekîtiya vê hêzê û AKP’ê çêbû. Yanî di rewşa heyî de di nava tifaqa AKP-MHP’ê de û bi koordîneya Tayyîp Erdogan çetekariya li Tirkiyeyê bûne yek. Çetekariya jê re ‘Ergenekon’ tê gotin jî di nava vê de ye. Ev çetekariya ‘Ergenekonê’ ku çarçoveya wê baş nehatiye diyarkirin, qet nebe Dogû Perînçek û yên mîna wan di nav vê çetekariya faşîst de ne.

Mikurhatinên Sedat Peker ev rastî hemû raxist pêş çavan. Ya yekemîn; çetekarî hemû bi tifaqa AKP-MHP’ê re bûn yek. Ya duyemîn; çetebûyîna navborî bi dijminatiya li Kurdan a bi navê ‘pirsgirêka mayindebûnê’ xwe nixumand. Ya sêyemîn, çetekariya navborî dûrî hiqûq û pîvanên exlaqî hatiye hiştin. Ya çaremîn, çetebûyîn gihîşt asta herî bilind û veguherî rizandin, dejenerebûn, gemarîbûn û genîbûnê. Ya pêncemîn û ya dawî jî Sedat Peker êdî cixiziyê dike û yekîtiya çetekariya navborî ji hin aliyan ve parçe bûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv