Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şehîdên Herêma Cîloyê

 

 

 

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 3 şehîdên herêma Cîlo bibîranîn.
Gerîla Amed, Bahoz û Brûsk di 13’ê Cotmeha 2015’an şehîd bûn.
HPG’ê di serî de malbatên şehîdan,ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest.
Û soz da ku li ser rêça şehîdan têkoşînê bi ser bixe.

ŞEHÎDÊN HERÊMA CÎLOYÊ
HPG’Ê 3 GERÎLAYÊN DI SALA 2015’AN DE ŞEHÎD BÛN BI BÎRANÎN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê sê şehîdên herêma Cîloyê bibîr anîn.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn.

13’ê Cotmeha 2015’an gerîlayan li dijî dagirkerên li ser girê şehîd Azîz çalakiyeke serketî lidar xist.

Di dema vekişînê de, artêşa Tirk herêm bombebaran kir û 3 hevreyên me şehîd bûn..

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Seccad Mesîhanefes bi nasnav Amed Rojhilat li Ûrmiyê ji dayik bûye.

SECCAD MESÎHANEFES
AMED ROJHILAT
ÛRMIYE
DÊ Û BAV: XECÎCE-FERHAT
13’Ê COTMEHA 2015’AN/ CÎLO

Erdal Şakar bi nasnav Bahoz Çatak li Wanê ji dayik bûye.

ERDAL ŞAKAR
BAHOZ ÇATAK
WAN
DÊ Û BAV: HEYBET-ÎSMET
13’Ê COTMEHA 2015’AN/ CÎLO

Kenan Ay bi nasnav Brûsk Armanc li Amedê ji dayik bûye.

KENAN AY
BRÛSK ARMANC
AMED
DÊ Û BAV: GANÎMAY-VASIF
13’Ê COTMEHA 2015’AN/ CÎLO

Di daxuyaniya HPGê de li ser şoreşgeriya her 3 şehîdan wiha hat gotin:

Hevrêyê me Amed li nava malbateke welatparêz ji dayîk bû û bi çanda berxwedanê mezin bû.

Hê di temenê xwe yê biçûk de ket pey lêgerîna têkoşînê.

Di sala 2007’an de beşdarî nava refên gerîla bû.

Li qadên gerîla erkên cûda hilgirtin ser milê xwe û bi serketî bi cih anîn.

Hevrêyê me Bahoz jî sala 2013’an berê xwe da çiyayên azad û beşdarî refên têkoşînê bû.

Hevrêyekî ji dil, bi coş û xwedî îradeya Apoyî bû.

Di her erk û xebata xwe de ji bilî serketinê ti rêyeke din qebûl nedikir..

Hevrêyê me Brûsk jî li nav malbateke welatparêz ji dayîk bû.

Sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû û têkoşîna xwe gihand asteke nû.

Li her qada têkoşînê bû sembola milîtaniya pêşeng û bi çalakiya fedayî bersiv da pêvajoyê.

Di dawiya daxuyaniyê de HPG’ê ji malbatên şehîdan, tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv