Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şehîdên Heftanînê

 

 

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 5 şehîdên 2017’an ên Heftanînê di salvegera şehadeta wan de bi bîr anîn.
HPG’ê got, em ê mîrasa şehîdan a berxwedanê, bi serfiraziyê tacîdar bikin.

ŞEHÎDÊN HEFTANÎNÊ
HPG’Ê 5 ŞEHÎDÊN 2017’AN DI SALVEGERA ŞEHADETA WAN DE BI BÎR ANÎN

Navenda Ragihandinê û Çapeemniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 5 şehîdên Heftanînê bi bîr anîn.

HPG’ê ragihand, ku Çileya 2017’an hevrêyên wan Serhed, Nûman, Mîrhat, Egîd û Bager di êrişên dagirkeriya Tirk de li Heftanînê şehîd bûne.

Û wiha got:

Em di salvegera şehadeta wan de hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Soz didin, ku mîrasa wan a berxwedanê bi serfiraziyê tacîdar bikin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Vedat Abî bi nasnav Serhed Wan li Wanê ji dayîk bûye.

VEDAT ABÎ
SERHED WAN
WAN
DÊ Û BAV: KIYMET – WEYSÎ
ÇILEYA 2017’AN – HEFTANÎN

Cengîz Das bi nasnav Nûman Licê li Amedê ji dayîk bûye.

CENGÎZ DAS
NÛMAN LICÊ
AMED
DÊ Û BAV: PAKÎZE – KAMÎL
ÇILEYA 2017’AN – HEFTANÎN

Ahmet Abîş bi nasnav Mîrhat Ronî li Wanê ji dayîk bûye.

AHMET ABÎŞ
MÎRHAT RONÎ
WAN
DÊ Û BAV: MUHTEBER – CEVDET
ÇILEYA 2017’AN – HEFTANÎN

Mehmet Çakan bi nasnav Egîd Bagok li Mêrdînê ji dayîk bûye.

MEHMET ÇAKAN
EGÎD BAGOK
MÊRDÎN
DÊ Û BAV: FERHA – SULEYMAN
ÇILEYA 2017’AN – HEFTANÎN

Cuneyt Alma bi nasnav Bager Baz li Şirnexê ji dayîk bûye.

CUNEYT ALMA
BAGER BAZ
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: ŞEFÎKA – MEHMET EMÎN
ÇILEYA 2017’AN – HEFTANÎN

HPG’ê di daxuyaniyê de wiha yek bi yek qala şehîdên Heftanînê kir.

Hevrêyê me Serhed Wan ferdekî ji eşîra Gewda ya welatparêz e.

Hevrêyê me Nûman Licê, li navçeya Amedê Licê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû.

Dema DAIŞ’ê êrişî Kobanê kir, berê xwe da nav refên gerîla.

Li her derê erk û berpirsiyariyên ketin ser milê xwe bi awayekî serketî bi cih anîn.

Li Metîna û Heftanînê gerîlatî kir û di gelek çalakiyên serketî de cihê xwe girt.

Hevrêyê me Mîrhat Ronî jî li navçeya Wanê Elbakê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû.

2015’an bi wê hêrsa li dijî dagirkeriya Tirk û faşîzma wê, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û beşdarî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Egîd Bagok jî li Mêrdînê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû.

Hevrêyê me Bager Baz jî li yek ji herêmên berxwedanê Şirnexê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû.

Li dijî zihniyeta talanker û komkuj a li Kurdistanê, weke her ciwanên bi rûmet ên Kurd berê xwe da nava refên gerîla.

Li Amed, Erzirom, Metîna û Heftanînê gerîlatî kir.

Li Heftanînê di asta pêşengiyê de beşdarî gelek çalakiyan bû.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî sersaxî ji malbatên şehîdan û welatparêzên Kurdistanê re xwest

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv