Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şehîdên Botanê: HPG’ê yek bi yek qala têkoşerî û şoreşgeriya wan kir.

 

ŞEHÎDÊN BOTANÊ
HPG’Ê YEK BI YEK QALA TÊKOŞERÎ Û ŞOREGERIYA WAN KIR

Di daxuyaniya navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê de yek bi yek qala têkoşerî û şoreşgeriya şehîdên Botanê hat kirin.

Di daxuyaniyê de HPG’ê wiha qala şehîdan kir.

Hevrêya me Rûken li nav malbateke welatparêz a xwedî şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê mezin bû.

Ji ber ku eşîra wê Mamxûrî dilsozê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû, hê di zarokatiya xwe de Tevgera Apoyî nas kir.

Di sala 2009’an de da ser şopa birayê xwe Mazlûm Mamxurî û beşdarî nava refên gerîla bû.

Di sala 2010’an de şehîdbûna birayê wê Mazlûm hêrsa wê ya li dijî dijmin zêdetir kir.

Di serî da Zap di asta fermandariyê de li gelek qadên Bakur têkoşiya.

Dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Başûrê Kurdistanê kir berê xwe da Kerkûkê.

Piştî erka xwe bi cih anî, careke din berê xwe da herêma Botanê û bê rawestan li dijî dijmin şer kir.

Ew timî çavkaniya hêz û moralê bû ji bo hevrêyên xwe.

Hevrêyê me Argeş jî li Amedê li nav malbateke welatparêz de mezin bû.

Di ciwaniya xwe de gelek xebatan dimeşîne û sala 2015’an beşdarî nava refên gerîla dibe.

Piştî tevlî gerîla dibe bi salekê, xwîşka wî Destan Egîd li Dersimê şehîd dibe.

Ji bo rakirina tola xwik hevreyên xwe asta têkoşîna xwe mezintir dike.

Di gelek çalakiyan de cihê xwe girt ku derbên giran li dewleta Tirk a faşîst hatin xistin.

Hevrêyê me Canfeda jî li bajarê berxwedanê yê Serhedê Wanê hat dinê..

Hê di ciwaniya xwe de, sala 2014’an berê xwe da nava refên gerîla.

Li gelek qadên Botanê xebatên şoreşê meşandin.

Hem bi hostatiya xwe ya di şer de, hem jî bi sekna xwe ya bi pîvan li Botanê bû yek gerîlayên nemir.

Hevrêya me Devrîm jî li Dêrgulê ku ruhê herî çalak û berxwedêre ji dayîk bû.

Di sala 2015’an berê xwe da nava refên gerîla.

Di şerê li dijî dewleta Tirk de bû xwedî tecrûbeyeke mezin.

Wî jî di asta pêşengiyê de cihê xwe li Gabarê di nava çalakiyan de girt.

Hevreyê me Emrah jî di sala 2017’an de ji Botanê tevlî nav refên gerîlayan bû.

Dema li ser peywîra xwe bû ket kemîna dijmin.

Ji bo ku dîl nekeve destê dijmin, çalakiyeke fedaî kir û şehîd bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv