Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Seevan Saeed: ‘Rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê’

 

REWŞA SIYASÎ YA BAŞURÊ KURDISTANÊ
SEEVAN SAEED / POLÎTÎKA

Di sala 1975’an û 1976’an de, Yekîtiy Niştimanî ya Kurdistan YNK, wekî bersiveke ji bo Aşbetal a Mela Mistefa Barzanî û teslîmbûna PDK’ê bi tifaqa di navbera Îran û Iraqê de hat damezrandin.

Lê belê, ji ber ku xeyal û ramanên Mam Celal û hevalên wî ne cuda bûn ji xeyal û perspektîfa paşverû ya Mela Mistefa Barzanî, YNK’ê nekarî bibe bersiv û alternatîf ji bo rewşa siyasî û civakî ya Kurdan li Başurê Kurdistanê.

Gava ku sala 2009’an Tevgera Gorran hat damezrandin, dîsa heman hizir û pratîk hat nîşandan. Belkî hinek xelk bêjin, kak Newşîrwan û hevalên wî, ji Mam Celal û hevalên wî cuda bûn, lê ez bi hêsanî dikarim bibêjim; hîç ferq û cihêtiyên cewherî di navber a Mela Mistefa, Mam Celal û Kak Newşîrwan de jî nînin. Niêrinên hersêkan bi awayekî zelal li ser mijarên girîng ên weke kurdbûn, azadiya gelan, azadiya Kurdan, azadî û rewşa jinan û tevahiya mijarên din; tim û tim wek yek e.

Civaka Kurdistanê li Başûr her tim li benda wê şoreş û serhlidanê ye ku hê jî çênebûye. Ya ku em niha lê dinihêrin, ti caran çênabê jî. Ya rastî ew e ku li ser navê şoreş û kurdayetiyê, kaos çêbûye û neheqiyeke mezin li ser ked, xwîn û jiyana xelkê derketiye holê.

Yên ku li ser navê şoreşê, kaos çêkirine, gava ku xeletiyeke mezin dikin, kesek nîne ji wan re bibêje, êdî bes e. Mînakên weke mijara salên 1964-1966’an di navbera Mela Mistefa û Mam Celal de, heta aşbetala 1975’an û pişt re şerê birakujiyê di nav partiyên siyasî de; bûne sedema malwêraniya Kurdan.

Bi hezaran naheqî û zilm li ser navê şoreşê hatin kirin. Pariyekî ne piçûk ji malwêranî û qirkirinê jî dikeve stûyê wan hêzan ku li ser navê şoreşê di 50 salên bihurî de ew kaos çêkirin.

Yên ku kurdîtiyê dikin, ti caran berjewendîyên xwe naxin bin tehlûke ji bona xatirê Kurd û Kurdistanê. Rast e, xelk û hinek ji pêşmergeyan, kedê didin. Lê rêveberên Kurd qet nexwestine ku xwe bikin qurbanê vê dozê. Wateya vî jî ew e ku xema sereke ya rêveberên şoreşê ne xemeke civakî û mirovahiyê ye, ne ji bo Kurdistan û xelkê Kurd e.

Xema sereke ya wan kesan tim û tim berjewendiyên malbatî û ferdî yên wan bi xwe ne. Mînaka vê ya herî bi hazir û berçav niha ew koçerbûna pirr bi tehlûke ya xelkê ye ji Başûrê Kurdistanê ber bi Ewrûpayê ve. Binihêrin, li welatê Belarûs, li ser tuxubên Lehistanê (Polonyayê) rewşeke çawa niha heye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv