Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sedema lawaziya pêşmerge ya li hemberî DAIŞ’ê

 

SEDEMA LAWAZIYA PÊŞMERGE YA LI HEMBERÎ DAIŞ’Ê
“ÇEKÊN GIRAN KIŞANDINE HEREMÊN GERÎLA, ÇEPERÊN LI HEMBERÎ DAIŞ’Ê QELS BÛ NE’

Di rojên dawî de li başûrê Kurdistanê DAIŞ’ê gelek caran êrişê çeperên pêşmerge û sivilan kir.

Di encamê gelek pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî van êrişan hin fermandarên pêşmergeyan îtiraf kirin ku çeperên wan yên li hemberî DAIŞê lewaz in, ji ber ku di destê wan de çekên giran û pêşkeftî tune ne ew nikarin li dijî êrişên DAIŞ’ê xwe bi parêzin.

Li ser mijarê çalakvanê siyasî û Parêzer Îbrahîm Mistefa ev pirs kir in

“Gelo ewqas wesayitên eskerî û çekên giran ku koalisyona navnetewî weke alîkarî da pêşmerge li kêderê ne, çawa û li hemberî kê têne bikaranaîn? Eger ev çek îro di depoyan de têne ragirin, wê kengê û li hemberî kê werin bikaranîn.

Li ser heman mijarê Çalakvan û Rexnegirê Siyasî Tekoşer Hisên jî got hêzên pêşmerge ji ber ku piraniya çekên xwe yên girain kişandine deverên nêzî gerîlla, çeperên li hemberî DAIŞ’ê qels mane.

Tekoşer Hisen vê rewşa îro weke planeke dewleta tirk pênase dike û vê numuneyê dide.

“DAIŞiyên hatine girtin îtiraf dikin ku ew bi rêya dewleta tirk tevli DAIŞ’ê bûne û li dijî herema başûrê Kurdistainê di nava amadekariyan de ne, lê li aliyê din dewleta tirk PDK aniye ser wê rêyî ku hêza xwe ya herî mezin bîne li heremên nêzê gerîlla bi cîh bike û çeperên li hember DAIŞê qels bihêle. PDK bûye perçeyek vê planê”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv