ÊRIŞA LI DIJÎ ŞENGALÊ
SAZÎ Û RÊXISTINAN BANGA XWEDÎDERKETINA LI ÊZDÎXANÊ KIRIN
Dewleta Dagirker a Tirk disa li ber çavên hemû cîhanê bi balafirên biçek û bêmirov êrişê Şengalê kir.
Êriş li bajarokê Xanesorê li dijî wesaîteke sivîl pêk hat û di encamê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda bi nasnav Dijwar Feqîr şehîd bû.
Dema êriş çêbû, 2 zarokên wê jî li rex bavê xwe bûn, şêniyên herêmê her du zarokên Xwedêda ji wesaîta dişewitî rizgar kirin.
s
Heta niha hukûmeta Iraqê li hemberî van êrişên li ser Êzîdiyan nebûye xwedî helwest.
Dîsa hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî xwe li hemberî van êrişên dagirkeriya Tirk ker, kor û lal in.
Piştî êrişa terorî ya Dewleta Tirk gelek sazî û dezgeh eriş şermezarkirin, bang li herkesê kirin ku li dijî erişa hovane dakevin qadan.
Koordînasyona Civaka Êzidîyan bi navê Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê daxuyanî da û bang li civaka Êzdî û gelê Kurd kir ku rabin ser piyan.
Koordînasyonê ragihand ku wê li tevahiya Elmanyayê çalakiyan li darbixin.
KCDK Ewropayê di daxuyaniya xwe de bang li civaka Êzîdî yên li Ewropayê û tevahiya gelê Kurdistanê û dilxwazên mirovahiyê kir ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk rabin ser piyan.
KON-MED’ê di daxuyaniya xwe de got;
Em bang li hemû gelê xwe û bi taybetî dostên xwe yên demokrat ên şoreşger dikin ku li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk rabin ser piyan, bi daketina qadan û mezinkirina têkoşînê ve xwedî li Şengalê derbikevin.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî êrîşa hewayî ya dewleta Tirk li ser Şengalê şermezarkir û got, “Hêzên navnetewî ji rawestandina binpêkirinan û parastina sivîlan berpirsiyar e.”
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê şeremzar kir û bang li civata navneteweyê û azadxwazên cîhanê kir ku rejîma Tirk sûcdar bikin.