Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şaswar Mame: Li dijî talankeriya desthilatê 11.12.2020

 

LI DIJÎ TALANKERIYA DESTHILATÊ
ŞASWAR MAME / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Ev zêdetirî 10 salan e ku li Başûrê Kurdistanê nerazîbûneke berfireh a xelkê li hember vê desthilatê heye. Ev nerazîbûn her roj bi awayên cuda xuya dibe û berfirehtir dibe. Desthilat zêdetir kirîzan derdixe û girîngiyê nade bi nerazîbûnan. Berovajî vê, zêdetir li ser siyaseta xwe israr dike û rûbera pirsgirêkan berfirehtir dike.

Ev bûye sedem ku civaka Kurdistanê bê hêvî bibe ji vê sîstemê û xeyala hilweşandina vê sîstemê bike rojev. Ev çend sal in, banga rûxandina vê sîstemê li her derê deng vedide. Ev deng ewqas mezin e ku heger bi hêz û kuştin, bi piştgîriya hêzên biyanî nebe, ev rêveberî rojekê nikare li ser piyên xwe bisekine. Ev deng ewqasî radîkal e ku êdî bi reformên sembolîk û xebatên parlemanî jî bersiva pêwîst nagire. Jixwe, di hilbijartina bihurî de xuya bû ku beşdariya xelkê di asteke gelek nizim de ye. Ev tê wê wateyê, xelk gelekî bê bawerî û hêvî bûye beramberî desthilatê.

Siyaseta partiyên desthilatdar û xemsariya wan li hember civakê, wisa kir ku gel bi awayekî radîkaltir dakeve meydanan. Ew daxwaza
mafên xwe dikin, lê desthilat bi hebûna destekî ji derve wan sûcdar dike û dibêje, ew dest dixwaze rewşa Kurdistanê wêran bike. Fêm
nakin ku her kes dizane, destê ji derve li Başûr PDK û YNK bi xwe ne. Ev çend meh in xwepêşandan û nerazîbûn li herêmê bi awayekî radîkaltir tên kirin. Berê alîgirên muxalefetê zêdetir li meydanan bûn, lê vê carê her kes nerazîbûna xwe nîşan dide. Yên ku bêdeng in jî, ji ber nemana hêviyê û deriyekî çareseriyê bêdeng in. Mirov dikare vê bêdengiyê jî wekî helwêstekê binirxîne: nemana hêviya çareseriyê ji desthilat û muxalefetê.

Yanî beşeke mezin a civakê êdî daxwaza tiştekî li wan nake ji ber ku ew êdî ne rewa ne û divê biçin. Yanî tenê wê demê dengê xwe dikin ku vê sîstemê bi carekê ji holê rakin. Gelê Başûr ewqas nerazî û bi hêrs e!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv