ŞANDEYA BELÇÎKA LI BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYÊ YE
“EMÊ NAMEYA XELKÊ KAMPA WAŞOKANÎ BIGIHÎNIN YEKÎTIYA EWRUPAYÊ”
Şandeya Belçîkayê ji 4’ê Kanûnê ve li Bakur/Rojhilatê Sûriyê ye.
Şande çû serdana Kampa Weşokanî, ku bi hezaran koçberên Serêkaniyê û gundên girêdayî wê lê dimînin.
Berpirsê kampên li Bakur/Rojhilatê Sûriyê Rojhat Elî, hevseroka Kampa Weşokanî Stêra Reşik û hevserokê meclisa şêniyên Serêkaniyê Eladîn Cemîl, şandeyê pêşwazî kir.
Di serdanê de şande derbarê rewşa koçberên li kampê dimînin de agahî wregirt.
Berpirsê kampên li Bakur/Rojhilatê Sûriyê Rojhat Elî, diyar kir ku Kampa Weşokanî bi destek û alîkariya Rêveberiya Xweser ruxmî derfetên kêm hatiye avakirin.
Tu rêxistineke navneteweyî yan jî mirovî alîkarî nekiriye.
Piştî civînê ji şandeyê parlamenter George Dalmanî, behsa armanca serdanê kir û got:
“Armanca me ew e ku em peyama şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberan bighînin hikumeta Belcîkayê û YE`yê. Em ê nameya we bighînin YE`yê”
Şandeya Belçîka pişt re jî serdana Meclisa Rêveber a Cizîrê li navçeya Amûdê kir.
Ji hevserokatiya Meclisa Rêveber Nezîra Gewriyê û Telhet Yûnis şandeyê pêşwazî kirin.
Di navbera herdu aliyan de nîqaş çêbûn.
Nezîra Gewriyê ji ANHA’yê re diyar kir ku li ser rewşa ewlehî, aborî û xizmetguzariyê axivîn e.