Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera serhildana Şeladizê: Gel baregeha Tirk dabû ber agir û PDK’ê parêzvaniya Tirkiyê dikir

 

SALVEGERA SERHILDANA ŞÊLADIZÊ
XELKÊ BAREGEHA TIRK DABÛ BER AGIR Û PDK’Ê PARÊZVANIYA TIRKIYÊ DIKIR

Balafirên şer ên Tirk di 23’ê çileya 2019’an de li Şêladizê êriş pêk anî û 5 sivîl şehîd kirin.

Ev êriş û bêdengiya PDK’ê ya li hemberî wê, bû sedema hêrsa mezin a xelkê Şêladizê.

Xelkê Şêladizê 26’ê çilê li navenda navçeyê xwepêşandan pêk anî û hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk û hevkariya PDK’ê anî ziman.

Girseyê dûre jî dor li baregeha Tirk a li navçeyê girt.

Eskerên Tirk pêşî bi guleyan êriş kirin û 2 welatî şehîd kirin û 10 jî birîndar kirin.

Vê yekê hêrsa gelê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya Tirk zêde kir.

Xelkê ji gelek aliyan ve, baregeha Tirk da ber agir.

Eskerên Tirk neçar man birevin.

Tevî tanq û wesaîtên zirxî, tevahiya baregehê di nava agir de ma.

Girseya kon şewitandin û derketin ser tanqên Tirk, hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk anî ziman.

Di heman demê de jî, ji PDK’ê xwest hevkariya bi dagirkeriya Tirk re dawî bike.

Lê hêzên PDK’ê di dewsa guh bidin banga gel de, wekî herdemî ketin xizmetkariya dagirkeriya Tirk.

Çekdarên PDK’ê ji bo parastina baregeha dagirkeriya Tirk û tepisandina serhildanê, hemû hêz û derfetên xwe seferber kirin.

PDK’ê ji aliyekê êrişê xelkê dikir û ji aliyê din ve jî îstixbarat da û hêzên Tirk bi helîkopteran êriş kir.

Balafirên şer ên Tirk bi awayekî nizm di ser Şêladizê re difiiriyan.

PDK û hêzên Tirk ên dagirker piştî bi seatan xelk ji baregeha şewitandî derxist.

Xelkê Şêladizê ji wê demê û vir ve, bi her wesîleyê hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk û hevkariya PDK’ê tîne ziman.

Serokê Herêmê û alîkarê serokê giştî yê PDK’ê Nêçirvan Barzanî ew hêrsa li dijî dagirkeriya Tirk, wekî provokasyon bi nav kir.

PDK jî, ji wê demê û pê ve, tevî Şêladizê, ji bo parastina dagirkeriya Tirk, piraniya hêza xwe şandine herêma Şêladiz û Behdînanê.

Çekdarên PDK’ê ji wê demê û vir ve, zext û zilma xwe li herêma Behîdanên zêde kir.

Bi dehan rojnamevan, aktîvîst û welatî kirin binçavan û gelek ji wan hê jî girtî ne.

Xelkê Şêladizê bi wesîleya salvegerê şehîdên serhildanê bi bîr tînin û careke din hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk tînin ziman.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv