Çeteyên DAIŞ’ê Adara 2014’an dest bi êrişên li dijî Kobanê kirin.
Heta Tîrmeha heman salê êriş bi awayekî rojane dewam kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê 2’yê Tîrmeha 2014’an jî êrişa berfireh a ji bo dagirkirina Kobanê dan destpêkirin.
Li gundê Zormixarê 12 şervanên YPG û YPJ’ê bi berxwedaneke dîrokî, pêşketina çeteyan asteng kirin.
15 û 16’ê Îlona 2014’an çeteyên DAIŞ’ê ji aliyên Başûr, Rojava û Rojhilatê Kobanê ve êrişî 15 gundan kirin.
Li gundê Serzûrê 12 şervanên YPG û YPJ’ê 6 rojan li dijî çeteyên DAIŞ’ê şerekî efsanewî kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dagirkeriya dewleta Tirk xwe gihandin heta ber deriyê sînor ê Kobanê.
Şefê faşîst ê dagirkeriya dewleta Tirk Tayîp Erdogan wê rojê got, Kobanê ha ket, wê bikeve.
Ji 5 heta 8’ê Cotmeha 2014’an bi milyonan kes daketin qadan û berxwedan mezintir kirin.
Piştî şerekî giran û berxwedaneke dîrokî ya 134 rojan, 26’ê Çileya 2015’an Kobanê hat rizgarkirin.
25’ê Hezîrana 2015’an dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ’ê li dijî Kobanê êrişeke din a giran pêk anî.
Ev roj, bû roja êrişa herî giran a li dijî Kobanê û piraniya wan jin û zarok, 271 kes şehîd bûn.
Şervanên YPG û YPJ’ê bersiveke tund dan û nêzî 100 çete û endamên MÎT’a dewleta Tirk hatin kuştin.