Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera Komkujiya Madimakê: Di serî de li Sêwasê, li gelek deveran meş û merasîm pêk hatin

 

SALVEGERA KOMKUJIYA MADIMAKÊ
DI SERÎ DE LI SÊWASÊ, LI GELEK DEVERAN MEŞ Û MERASÎM PÊK HATIN

Komkujiya Sêwasê yek ji komujiyên herî hov ên dîroka nêz a Tirkiyê ye.

Ev komkujiya hovane ya bi plansaziya dewleta Tirk di 2’ê tîrmeha 1993’an de bi êrişa li dijî çalakiya çandî ya Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal dest pê kir.

Kesên bi destê dewleta Tirk hatibûn rêxistinkirin, bi siloganên li dijî Elewiyan, otela Madimak a lê rewşenbîr û hunermend diman, dan ber agir.

Di encama şewatê de 33 rewşenbîr û hunermendan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk wekî komkujiyên din xwedî berpirsyar û kujeran derket û ew parastin.

Zêdetirî 10 kujer û berpirsyarên komkujiyê ji AKP û MHP’ê bûn parlementer û rêveber.

Bi wesîleya salvegerê di serî de li Sêwasê, li gelek deveran meş û merasim pêk hatin.

Tevî berdevka HDP’ê Ebru Gunay gelek wekîl û rêveberan, wekîl û nunerên partiyên siyasî û saziyên cuda beşdarî meşa li Sêwasê bûn.

Di tevahiya meşê de hêrsa li dijî komkujiyê, daxwaza cezakirina kujer û berpirsyaran derket pêş.

Beşdaran bi meşê peyama têkoşîna hevpar a li dijî faşîzma AKP-MHP’ê da.

Piştî meşê li ber Otela Madimak a lê komkujî pêk hatibû, daxuyanî hate dayin.

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay li ser navê partiya axivî, rola dewleta Tirk û desthilatedariya AKP’ê ya komkujiyê destnîşan kir.

Ebru Gunay anî ziman ku ewê wekî partî têkoşîna ji bo cezakirina kujer û berpirsyaran bimeşînin.

Piştî daxuyanî û axaftinan ji bo bîranîna qurbaniyan semah hate girtin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv