Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera 43’an a Damezirandina PKK’ê

 

 

Damezrandina PKK’ê ji avabûna partiyekê zêdetir weke bi pêşketina şêweya jiyana azad tê dîtin.
Rêber Apo jî di nirxandinên xwe yên di heqê PKK’ê de îşaret bi vê rastiyê dike û dibêje:
Partîbûyîn îfadeya herî bi wate a rizgariyê ye

SALVEGERA 43’YAN A DAMEZIRANDINA PKK’Ê
RÊBER APO: PARTÎBÛYÎN ÎFADEYA HERÎ WATEDAR A RIZGARIYÊ YE

Partiya Karkerên Kurdistan PKK 43 salên xwe tejî kir ket sala 44’an.

Gel ji avabûna partiyeke zêdetir wate û girîngî didin avabûna PKK’ê.

Rêber Apo jî di nirxandinên xwe yên di heqê PKK’ê de destnîşan dike ku PKK ji partiyekê mezintir e.

Rojnama Newaya Jin jî bi minasebeta salvegerê cih da nirxandinên Rêber Apo yên der barê PKK’ê de.

Rêber Apo destnîşan dike ku dîroka PKK’ê di hemû mijaran de dîroka şerekî mezin e:

Di vî şerî de pêşketinên mezin hene û weke goşt û neynûk hemû bi hev re girêdayî ne.

Xebata me hemû şerekî îdeolojîk e.

Heke hûn dîroka Partiyê lêkolîn bikin divê hûn vê aliyê wê baş hîn bibin.

Hingê hûn ê bigihîjin serwextiyeke dîrokê jî.

Divê ku hûn bi vê îhtîmamê nêzî vê dîrokê bibin da ku ji vê mezinahiyê hûn jî nesîba xwe bigrin.

Rêber Apo di nirxandinên xwe de îşaret bi dijwariya têkoşînê jî dike û dibêje:

PKK di fiîliyatê de xwîna şehîdan e, berxwedana li dijî îşkenceyê ye.

Ew li hemberî birçîbûn û tîbûnê şerê berxwedanê ye.

PKK navê sebra mezin, fedakarî û cesaretê ye.

Dîroka PKK’ê ew dîrok e ku bi keda gelek lehengên bênav hatiye çêkirin.

Wê demê PKK çi ye, çawa tê temsîlkirin?

Heke hûn vê dîrokê baş hîn bibin, hingê hûn ê heqê wê jî bidin.

Rêber Apo dide zanîn ku di nava PKK’ê de cih ji helwestên şexsî û keyfiyetê re tine ye:

Her kî şexsî û keyfî nêzî nirxên partiyê bibe ji îxanetê jî xerabtir tevdigere.

Kî xwedî li nirxan derkeve, temsîla nirxan bike, ew mezin e.

Ji xeynî vê bila kes li mezinahiyê negere.

Hûn ê heta dawîn nefsbiçûk bin.

Ji bo hûn li dijî zor û zehmetiyan şer bikin, hûn ê vê mezinahiyê esas bigirin.

Rêber Apo diyar dike ku partîbûyîn di dîroka gelê kurd e wateya herî mezin a rizgariya netewî ye:

Bi saya berxwedanake mezin dîroka me xwe bi serkeftinê gihand roja îro.

Me jiyana xwe hemû di nava vê berxwedanê de heland û pê re kir yek.

Her kî tevli dibe divê bi vê zanebûnê nêzî dîrok û van nirxan bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv