Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sakîne Cansiz: Her tim şer bû jiyana min 07.01.2021

 

SAKÎNE CANSIZ
HER TIM ŞER BÛ JIYANA MIN

Em Kurd bûn, ji bo welatê xwe û gelê xwe divê têbikoş in. Bi gelên din ên bindest re nexşeriyeke têkoşînê diyar bikin. Hestekî xweş bû. Em di atmosfereke man û nemanê de bûn. Her roj êşa mirinê hebû. Di rewşeke wiha de îradeya te hebe û tu li mirinê bikene, tu yê dijmin jî û mirinê jî bitirsîne. Di rewşeke berovajî de jî tirsa mirinê wê te bibe xiyanetê.

Li aliyekî mirin, li aliyekî jiyan. Çavê te li xiyanetê be wê di rûyê te de xuya bike. Wê rûyetê wekî ku tirs û bêhêvîtiyê miştibe nexweşik bibe. Her tim tu yê bi tirs be, bigrî, xwe veşêre û hê bêtir bitirse. Tu yê ji jiyanê veqete û bi kesî re neaxive.

Eger jiyan şer be û bi wate be wê demê şer dewam dike. Dema ku serokatî behsa pirtûkên min ên bi şer dikir, digot tu yê “Romana Şer” binivîse. Dibe ku ez “Romana Serkeftinê” nenivîsim, lê her tim di şerê min de wê rêbaza serkeftinê hebe.

Di pirtûkên xwe de min panoramaya şer xêz kir. Min bi vî şerî çi kir, çi wenda kir, ez gihîştim ku derê. Dema ku min nivîsand ez li wan rojan vegeriyam. Dibe ku bi nivîsên xwe min heqê tiştên jiyayî nedabe. Dibe ku min hin bîranîn baş negotibin. Her tim gumana wê yekê bi min re hebû. Gelek caran min digot xwezka hineka din nivîsandiba. Bi taybetî nivîsandina Amedê ne hêsan e. Lê divê ew tişt li dîroka nivîskî werin zêdekirin. Her tiştê bi mere rastiya me nîşan dide û versiyoneke giştî ye.

Rastiya Apocîtiyê bi vê yekê re pêşketinek mezin bi xwe re anî. Taybetmendiya Şerê Apocîtiyê li vê derê bi wate dibe. Lewma ti şerî di nava xwe de ewqas dewlemendî çênekiribû. Ti şoreşê di nava xwe de bi ewqasî mirovan re dirêj najotibû û şoreşek bi êş, lê serketî neanîbû. Garantiya serkeftinê li vê derê ye. Şerê me jî her tim ji bo vê yekê bala her kesî kişand. Ez aşiqê vî şerî me. Hest, hezkirin, bêrîkirin û xeyalê min her tim ji bo wê herikîn û wiha meşiyam. Niha jî dilê xwe, zanebûn û hêza xwe ji şerê serkeftinê re berdidim…

Jiyan û şer ev bû !
Xweşikbûna eşqa şer li vê derê bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv