Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şahidê êrişa DAÎŞ’ê ya li Maxmurê: ‘Hatina gerîla ya herêmê hêz û cesaret da gel û pêşmergeyan’

 

ŞAHIDÊ ÊRIŞA DAÎŞ’Ê YA LI SER MAXMURÊ:
“HATINA GERILA YA HEREMÊ HÊZ Û CESARET DA GEL Û PÊŞMERGEYAN”

Hiseyin Gozereşî ku wê demê endamê Meclîsa Mexmûrê bû li ser êrişa DAIŞ’ê, berxwedana gerilla û hevdîtina Mesut Barzanî ya bi gerillayan re axivî.

“Çend roj beriya êrişên DAIŞ’ê me dît gundên derdorê tev vala bûne, herkes ber bi Hewlêrê ve diçe. Tenê em li herêmê mane. Me weke tedbîr şêniyên wargehê ji heremê derxistin.

Em komek kes ji bo parastinê man û li çiyayê Qereçox yê pişt Mexmûrê bi cîh bûn. Hêzên PDK û YNKê nexwestin bi me re werin qada şer. 7’ê Tebaxê DAIŞ ket Mexmûra jêr”

Hiseyîn Gozereşî bal kişand ser yekem şerê bi DAIŞ’ê re û bandora hatina gerila ya heremê û wiha axivî:

“Dema DAIŞ hat, gerîla û xelkê wargehê 3 wesayîtên DAIŞ’ê derb kirin. DAIŞ li wir şikest û paş ve kişiya. Ev berxwedana gerilla cesaret da hêzên pêşmerge jî.”

Gozereşî da xuya kirin, Mesût Barzanî bi rêya Rayedarê xwe Elî Silêman ji koma gerilla re agahî şandiye û xwestiye hêzên gerilla ji ber cesaret û fedakariaya wan bi xelat bike. Lê fermandarê gerilla Têkoşer wiha bersiv daye rayedarê PDK:

‘Parastina axa Kurdistanê erka me ye. Em ne ji bo xelatgirtinê ji bo parastina Kurdistanê şer dikin. Eger hûn bixwazin tiştek bikin, di warê çekan de alîkariyê bidin me. Cebilxane ji bo me lazim e.’

Huseyin da xuya kirin, piştî mudaxaleya gerilla di nava gel de baweriyek peyda bû: “eger gerilla hatibe heremê DAIŞ nikare pêşkeve.”

Bi vî awayî DAIŞ roj bi roj têk çû. Çend roj piştre Mesût Barzanî bi yekineya gerilla re hevdîtin pêkanî, ew pîroz kirin û behsa girîngiya yekîtiya Netewî kir.

Huseyin Gozereşî herwiha bibirxist ku rojnamevan Denîz Firat dema li wê eniya şer nûçe dişopand bi guleyên DAIŞê şehid bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv