ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
RÊBER APO BERSIVA HERÎ MEZIN A GELÊ KURD A ÊŞA DÎROKÎ YA BÊYÎ RÊBERTIYÊ BÛ
Endamê Konseya Rêveber a KCK’Ê Sabrî Ok, bû mêvanê bernameya Rojeva Welat a televîzyona me û mijarên di rojevê de nirxand.
Sabrî Ok, bi mebesta salvegera şehadeta wan şehîd Viyan Soran û Halît Oral bibîr anî.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’Ê, Viyan Soran wekî kesateyeke bi bandor, pêşeng û rêveber pênase kir û Halît Oral jî wekî pêşenga xeta fedayîtiyê destnîşan kir.
Sabrî Ok bi berfirehî li ser komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo sekinî.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
RÊBER APO ÎSPAT KIR KU GELÊ KURD DI HER ŞERT Û MERCÊ DE DIKARE LI SER PIYAN BIMÎNE
Sabrî Ok da zanîn, Rêber Apo îspat kir ku di her şert û mercî de dikare li ser piya bimîne.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
DI 22 SAL JIYANA DÎLBÛYÎNA YA RÊBER APO DE BI HER AWAYÎ BERXWEDAN HEYE
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku di dîlbûna Rêber Apo de rola dostên sexte jî zêde ye û got:
Di 22 sal jiyana dîlbûyî ya Rêber Apo de bi her awayî berxwedan heye.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
GELEK MÊR Û JINÊN ROJHILATA NAVÎN Û CÎHANÊ XWEDÎ LI RÊBER APO DERDIKEVIN
Sabrî Ok bal kişand ser xwedîderketina hêzên navnetewî ya li fikir û ramanên Rêber Apo.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
BERXWEDÊRÊN ZÎNDANAN HER TIM DI BERXWEDANÊ DE ROLEKE GIRÎNG LÎSTINE
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê pêngava Dem Dema Azadiyê ye jî nirxand û bi mijarê ve girêdayî bal kişand ser berxwedana li zindanan.