Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sabrî OK: Êrîşên li se Heftanînê dewama konsepta tinekirina tevgera me ye

 

“Şerê me û dewleta Tirk şerekî dijwar e. Bi awayekî ne normel bi ser me de tên, em jî bi awayekî ne normal li berxwe didin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, bi van gotinan têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pênase dike.

Sabrî Ok dibêje;

Êîşên li ser Heftanînê dewma Konsepta tinekirina tevgera me ye. Ne tenê li dijî PKK’ê li dijî hemû gelên herêmê ye. Dibe ku pirsgirêkên me û PDK’ê hebin, lê dijminê gelê Kurd yek e.”

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK: ŞERÊ ME Û DEWLETA TIRK A DAGIRKER ŞEREKÎ DIJWAR E

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, di bernameya Rojeva Welat a televîzyona me de mijarên di rojevê de nirxand.

Sabrî Ok destpêkê bi mebesta sala 8’an a şoreşa Rojava pîroz kir û şehîdên roşerê bibîr anî.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, diyar kir ku di navbera tevgera azadî ya Kurdistanê û dewleta Tirk de şerekî dijwar heye.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK: RÊBER APO HEWL DA CIVAK ZANIBE JI DERVEYÎ ŞER RÊBAZEKE DIN A ÇARESERIYÊ HEYE

Sabrî Ok bibîr xist ku Rêber Apo hewl da civak zanibe ji derveyî şer jî rêbazeke din a çareseriyê heye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê, da zanîn ku têkoşîn bê berdêl nabe.

Sabrî Ok da zanîn, ku di qada navnetewî de îtîbara Erdogan û Bahçelî nemaye

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK: ÊRIŞÊN LI SER HEFTANÎN DEWAMA KONSEPTA TINEKIRINA TEVGERA ME YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û cenga heftanînê jî nirxand.

Sabrî Ok destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriyê ne tenê li dijî PKK’ê ye, li dijî hemû gelên herêmê ye.

Bila tu kes ji bo berjewendiyên xwe li ser rûmeta gelê KUrd bazarê neke.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK: DIBE KU PIRSGIRÊKÊN ME Û PDK’Ê HEBIN LÊ DIJMINÊ GELÊ KURD YEK E

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê têkiliyên di navbera PDK û PKK’ê de jî nirxand û got; Dibe ku pirsgirêk di navbera me û PDK’ê de hebin lê dijminê gelê Kurd yek e.

Sabrî Ok, di dewama nirxandinên xwe de li ser mijara buyerên dawî yên wekî taciz û tecawizê jî sekinî û got;

Ev buyer ne tesadufî ne, bi zanebûn û plankirî ne. Dagirkeriî bixwe tecawiz e. Bila tu kes şerm neke û veneşêr e, teşhîr bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv