ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
GELÊ KURD DI NEWROZÊ DE PEYAMA AZADIYA RÊBER APO DA
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok bû mêvanê bernameya Taybet a televîzyona me û mijarên di rojevê de nirxand.
Bi taybetî jî li ser pîrozbahiyên Newrozê û helwesta gel a di Newrozê de nirxandinên girîng kirin.
Sabrî Ok got; dewleta Tirk bawer dikir ku gelê Kurd wê nikaribe Newrozê pîroz bike.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
JI BER HELWESTA GEL DEWLET NEÇAR MA RÊ BIDE AXAFTINA BI TELEFONÊ
Bi mijarê ve girêdayî Sabrî Ok, da zanîn ku di encama vê helwesta gel de dewleta Tirk neçar ma rê bide axaftina bi telefonê.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
DIVÊ PEYAMÊN RÊBER APO YÊN DI TELEFONÊ DE DANE BAŞ WERE FÊMKIRIN
Sabrî Ok bi berdewamî got; divê peyamên Rêber Apo yên di telefonê de baş were fêmkirin.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
JI BER KU LI TIRKIYÊ MUXALEFETA RASTEQÎN HDP YE DEWLETA TIRK ÊRIŞ DIKE
Doza girtina HDP’ê jî mijerek sereke bû ku Sabrî Ok li ser sekinî.
Sabrî Ok, destnîşan kir ku ji ber vê yekê jî faşîzma AKP/MHP’ê dixwaze bandora HDP’ê ji holê rake.