Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Roza piştî 8 salan rizgar bû û gihişt malbata xwe

 

Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de li Şengalê bi hezarana jinên Êzidî ketin dest çeteyên DAIŞ’ê. Çeteyan ew li bazaran firotin û her cûre êşkence li wan kirin. Piştî 8 salan jina ciwan a Êzidî Roza ku li Rojavayê Kurdistanê ji dest çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, li Şengalê radestî malbata wê hat kirin. Roza got, “Roja 3’yê Tebaxa 2014’an di hemû jiyana me de roja herî nexweş bû.”

Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de li Şengalê bi hezarana jinên Êzidî ketin dest çeteyên DAIŞ’ê. Çeteyan ew li bazarên Iraq û Suriyeyê firotin, gelek ji wan qetilkirin û her cûre êşkence li wan kirin. Heta niha jî aqûbeta bi sedan ji wan jinan nayê zanîn.

Jina ciwan ya bi navê Roza Emîn Berekat jî yek ji wan jinan bû ku esîr ketibû dest çeteyên DAIŞ’ê. Çeteyan ew revandibûn. Roza piştî 8 salan duh li Şengalê radestî malbatê wê hat kirin.

Merasîma radestkirinê duh li ber avahiya Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî a li Şengalê pêkhat. Ji berku ji malbatê wê bav, dayîk xwişk û bira hîna di dest çeteyan de ne û aqûbeta wê nayê zanîn, ew radestî mamê wê kirin.

Di dema radestkirinê de dapîra wê Xensê Xelef û Xalê wê Celal jî di nav de gelek şêniyên Şengalê amadebûn.

Roza Emîn Berekat ku ev 8 sal bû esîr bû û bi gelek zor û zehmetiyên giran re rû bi rû mabû, di merasîma radestkirina malbatê de axivî û got: “Roja 3’yê Tebaxa 2014’an di hemû jiyana me de roja herî nexweş bû. Dema ku DAIŞ’ê êrişê navçeya Şingalê kir, xelkê me kuştin û ew ji hev cuda kirin. Destdirêjiya wan kirin û li bazaran ew firotin.

Îdeolojiya DAIŞ’ê ya li hemberî pêşwazîkirina jinên Êzidî gelekî xerab bû, ji ber ku ji me re tiştên xeyalî li ser awayê jiyana hevbeş bi DAIŞ’ê re di gotin û jiyana bi wan re yek ji wan zehmetiyên herî dijwar bû, cureyên îşkenceya derûnî bi tirsê re berdewam bû.

Ez li Dêrezorê dimam û wan biryar da ku me bibin Tirkyeyê, lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk em di rê de ji DAIŞ’ê rizgar kirin. Spasiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Asayîşê dikin ku em ji destê DAIŞê rizgar kirin. Hêzên Asayîşê em anîn navenda Êzdiyan a li bajarê Kobanê. Min bi berpirsê mala Êzdiyan ê li Sûriyê Şêx Faurek re hevdîtin kir û ez spasiya wî dikim ji bo alîkariya wî da min ku ez anîm navçeya Şengalê li cem malbata min.

Piştî ku min malbata xwe dît, kêfxweşiya min nayê vegotin, lê ji ber ku min dayika xwe nedît ez hinekî xemgîn im, lê ez ê pêşwaziya wê bikim piştî ku rayedarên pêwendîdar wê ji destê DAIŞ’ê rizgar bikin.”

‘Em spasdarê hemuyanin yên alîkarbûn’

Dapîra Roza, Xensê Xelef jî axivî û got; “Alîkariya we, qenciya we li ser serê min. Sipas dikim ku we keça me anî gihande me. Ez spasiya her kesê alîkariya me kirine, dkim.”

Xalê Roza Celal axivî û keyfxweşiya xwe bo rizgarkirina Rozayê anî ziman û got; “Roza xwarziya min e û ji gundê Hardane. Bi tevahî malbata xwe ve ketîbû destê wan. 2 xwişk û birayekî din yê wê hat. Niha dayîka wê maye, jin bira xwuşka min maye, hêviya wê ma ye. Bavê wê, 2-3 xwişk û birayên wê mane. Ev mehek bu rizgar kirîbûn. Li Rojava li herêma Cizirê li Mala Êzidiyan dima. Îro gihandin me. Em spasiya hemuyan dikin yên ku alîkarî dane û gihandine vêderê.”

Celal bo piştgiriya Endama Tevna Alîkariya Jinên Êzidî spasiyên xwe anî ser ziman û got ew hêvîdarin hertim ji bo rizgarkirina jinên Êzidî kar û xebatên rizgarkirinê bêne berdewam kirin.

‘Rojek bo me keyfxweşî û şahî ye’

Endama Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî jî di derbarê rizgarkirina jina ciwan de van agahiyan parvekir; “Em di serî de spasiya hêzên QSD û Asayîşa Jin ya Kobanê dikin ku ev jina ciwan ji destê çeteyên DAIŞ xilas kirin. Di van rojên me yên pîroz, di dema rojiyên Xidir İlyas de anîna esîrên me, teslîm kirina keç û jinên me bo malbatên wan pir bi wate ye. Rizgarkirina her keç û ferdek me yên Êzidî ji destê wan ji bo me cejne. Rizgarkirina vê keça ciwan jî li me pîroz be. Heya dawiyê emê hewil bidin van jinên Êzidî ji destê wan rizgar bikin.”

Ferîde Şengalî got ew vê roja ku keça ciwan teslîmî malbata wê dikin pir bi nirx dibînin û wiha pêde çû; “Li ser navê Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî ez cardin dibêjim em gelek spasdar û mînetdarî hêzên YPJ, YPG, QSD û asayîşa Rojava ne ku kar û xebatên rizgarkirina jin û keçên Êzidî de alîkarî didin me. Em jî keçên hatine rizgar kirin teslîmî malbatê wan dikin. Dema em vedigerînin jî em teslîmî hemû civaka xwe dikin û wana hembêz dikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv