Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ronahî Serhed ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re sala 2020’an nirxand 29.12.2020

 

ENDAMA KOORDÎNASYONA PAJK’Ê RONAHÎ SERHED
JI ROJNAMEYA YENÎ OZGUR POLÎTÎKAYÊ RE SALA 2020’AN NIRXAND

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê Ronahî Serhad ji rojnameya Ozgur Polîtîka re sala 2020’an nirxand.

Ronahî Serhad diyar kir jinên têkoşer bi 8’ê Adarê dest bi têkoşînê kirin;

8’ê Adara sala 2020’an jinên Kurd bi dirûşma ‘Jin wê cîhanê biguherînin’, cîhanê jî bi dirûşma ‘Jin rawestin wê cîhan raweste’ daketin qadan.

Li dijî qanûnên zayendîperest ên ku serweriyê li jinan ferz dikin, têkoşîn hate meşandin.

Çalakiyên ku pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî, çandî, perwerde û tenduristiyê xistin rojevê pêk hatin.

Li ber destavêtin, dagirkerî, tundî, komkujî û koçberiyê rabûn.

Ji bo çareseriya vê jî pêwîstiya bi rêxistinbûna hevpar, parastina hevpar û têkoşîna hevpar destnîşan kirin.

Ronahî Serhed daxuyakirin ku krîza sîstemê çiqasî global be, têkoşîna li dijî sîstemê jî ewqasî global bû.

Jinan pêşengî ji têkoşîna demokrasî û azadiyê re kirin.

Jin pê hesiyan ku hêza civakî ya guhertinê ne.

Ji mexdûrbûnê wêdetir êdî bûn hêza diyarker û daketin qadan.

Endama Koordînasyona PAJK’ê li dijî polîtîkayên qirker ê dewleta tirk li hember jin û gelê Kurd îşaret bi berxwedan û têkoşîna Gerîlayên YJA-Star û şervanên YPJ’ê jî kir.

Ronahî Serhad destnîşan kir ku armanca bingehîn a raperîna jinan a li nava salê, hesab-pirsîna ji sîstemê û lêpirsînkirina desthilatdariyê bû.

Fûhûş, destavêtin, kirîn û firotina jin û zarokan û bikaranîna wan gihîşt asta herî bilind.

Sîstema kapîtalîst ku pêwendiya her tiştî bi xerckirinê tê danîn, pere bûye patron, desthilatdarî bûye fermandar, êdî roj bi roj vedimire.

Lewma tevgerên antî-kapîtalîst, antî-mîlîtarîst, antî-kapîtalîst Îslamî, hawirdorparêz, karker, bêkar, mamoste, karmend, sosyalîst, demokrat, lîberal, tevgerên jinan hemû ji bo guhertina bingehîn a sîstema kapîtalîst bûne yek.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad destnîşan kir ku di teoriya azadiya jinê de lêgerîneke nû ya radîkal, lêpirsîna îdeolojîk diafire.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv