Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ronahî: ‘Berxwedana li dijî artêşa NATO’yê ne jirêzê ye’

 

Endama Koneya Biryargehê ya YJA Starê Jînda Ronahî got “Berxwedana li dijî dewleta NATO’yê, ku bi mehan li tûnelên biçûk dom kirî ne jirêzê ye” û bal kişande ser vîn û baweriya gerîlayan.

Endama Konseya Biryargeha YJA Starê Jînda Ronahî got  “Tercîha li ser azadiyê zelal û qeyîm e; helwesta birûmet a berxwedana mezin, dîrok, çand, bawerî û sincekî nû ava kiriye. Heke em bikaribin mafê demokratîk ê Kurdan û statûya wan, Rêber Apo bi fermî weke muxatab bidin qebûlkirin wê demê em dikarin ji xwe re serkeftî bibêjin’’ diyar kir li dijî dewleta dagirker wan şerê gel ê demokratîk ku li serfiraziyê asê bûye dane ber xwe, bi taktîkên zengîn ew ê bi ser dijmin de biçin.

Endama Konseya Fermandar a YJA Starê Jîndar Ronahî ji ANF’ê re axivî.

Ronahî diyar kir dewleta Tirk ji serê sala çûyî ve bi êrîşên dagirker dabû ber xwe ku gerîla bişkîne, bi temamî îmha bike lê gerîla bi hêza xwe li ber xwe da û ev êrîş şikandin.

Ronahî îşaret bi mînaka Tamîlan û hêviyên dewleta Tirk a bi desteka NATO’yê kir û got, ‘’Ji wan we ye ku wê gerîla bikişandana teslîmbûnê. Belkî yên derdorê wiha didîtin, lê gerîlayên Apoyî wiha nedîtin. Ji ber ku gerîlayên Apoyî pê dizanin, ên ku li pey zanistê, fikir û bi daxwazeke mezin li pey heqîqetê diçin û bi dilekî pêgirê wê bi ser dikevin. Bi hêz û vîna ku ji biheqbûnê hatî xwe saz kir. Gerîla yên ku hay jê hebûn ku dewlet çi dike, li gorî vê tevgeriya.”

PLANSAZIYA RAST Û RASTEQÎNO

Ronahî diyar kir gerîlayên YJA Starê serê sala 2021’an planaziyên xwerû û fêhmbar danîne, hin fermandaran insîyatîv standine, bi bawerî û daxwaziyeke mezin pêşwazî li sala nû kirine û got, ‘’Di civînên serê salê de, biryardariyeke xurt derkete holê. Plansaziyên pir rasteqîno û rast hatin danîn. Bi vê bawerî û hêviyê derketin meydana şer. Li aliyê dî jî, di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de, bi taybet di azadiya jinê de bi mîrata ku herî dawî derketî holê, di şexsê şehîdên me yên demê de fermandariya serfiraziyê, xeteke ku qet têk neçûyî derkete holê. Hemû êrîşên dijmin bi vê nêzîkatiyê hatin pêşwazîkirin.’’

BÎLANÇOYA KU LI GORÎ GERÎLA SERKEFTÎ YE

Endama Konseya Biryargeha YJA Starê Jînda Ronahî diyar kir bîlançoya ku YJA Starê ragihandî tenê çalakiyên resen û xweser û helbet, yên ku encamên wan di gava pêşî de hatine tespîtkirin vedihewîne û got, ‘’116 çalakiyên resen hene. Di bîlançoya HPG’ê de jî hevalên jin hene, hem jî bi her astî pir aktîf in. Dema ku em wê jî lê zêde bikin bîlanço dibe du qat. Ji vî alî ve bîlançoyeke serkeftî heye û ev hemû bi lehengên jin ên Kurdistanê ye. Mînak li Amedê jiyana gerîlatiyê ya Heval Nûjîn pir zû bû .Pir zû ji kampên xwe derketin.Bûne hedef. Lê li wir bûne xwedî helwestek bêhesab û wêrek. Helwesta gerîlayên jin ên bi pêşengiya heval Nûjîn Koçer, helwesteke wiha bû ku heta dawî li dijmin dayî, pê re şer kirî û heta guleya dawî teslîmbûn qebûl nekir. Ez dikarim vê ji bo hemû şervanan bibêjim.’’

BERXWEDANA DIJÎ NATOYÊ NE JI RÊZÊ YE

Ronahî bal kişande ser hesabê dewleta Tirk ku dixwaze şer bîne Başûrê Kurdistanê, li vir gerîla bişkîne, haziriya xwe li groî vê dike û got, ‘’Dewleta hesabê, ‘bi vê teknîkê re ez bi teqezî dikarim bi ser bikim. Di tûnelên şer de tecrûbeya wan nîne, dibe ku ecemetîyê bikin, teslîm jî bigrim’’, kiribû. Helwesta ku gerîla li van qadan derxistî holê, xasma jî gerîlayê jin, ji ber ku li van qadan hemûyan hevalên jin hebûn, wan pêşengî kirin. Fermandariya jinê nîşan dan. Di wan tûnelan de her wiha şerê tûnelan kirin. Di gerîlatiya PKK’ê de, di gerîlatiya YJA Starê de serdeme nû, qonaxaeke nû bû. Belê, di şerê tûnelan de tecrûbeya YJA Stare nebû. Beriya niha li çend deveran şer hebû lê bi temamî, ji hêla artêşa me ya jinê ve tecrûbeyeke wiha nebû. Çi nîşan dide ku YJA Star di van tûnelan de bi rengekî serkeftî şer kiriye? Ya pêşî, li gorî salan tecrûbeya xwe hebû. Serweriya li ser çekan li dest kiribû ku bi pêş ve biçe. YJA Star ji bilî çalakî û operasyone, hemû dema xwe bi perwerdehiya leşkerî, îdeolojîk siyasî û çandî derbas kir. Artêşa YJA Starê bi şêwaza tîman li eraziya Kurdistanê bi cih bûye. Ev tîm hemû xwedî branş in. Mînak yek jê li ser suîkastê pispor e, yek li ser taktîka sabotajê. Hinan jê bi hawanan, hin jê bi doçkayan, hin jê bi moşekan dijmin şer kirine, ew gêj kirine. Hin heval xwedî 3-4 branşan in. Tîmên wiha xwedî perwerdehiyeke kûr in. Bi kûrbûna perwerdehiyê dibin xwedî tecrûbe. Di van tûnelan de hevalên jin xebitîn, ked dan, bi neynûkên xwe ew çiya û latan kolan û mewzî çêkirin .Bi salan dom kir. Bûne serwerî tûnelan. Di tarîtiyê de birçî û tî man. Di hin tûnelan de ji bo ku berxwedan bidome, nan û av ji xwe qut kirin. Ango li gel hemû bêderfetiyan jî bawer kirin. Hevalên jin pêşengiya performanseke bêhempa kirin. Li dijî dewleteke bi ser NATO’yê ve, bi berxwedaneke ku bi heman dom kirî, tişta ku li wan tunelen biçûk derketî holê û hatî domandin ne jirêzê ye.’’

TERCÎHA AZADIYÊ ZELAL Û QEWÎN E

Ronahî diyar kir ev performansa jinê, nîşan dide ku li Kurdistanê tovên azadiyê çendî xweş hatine danîn û got, ‘’Rawesta li serfiraziyê rawesta li azadiyê ye .Gerîlayên YJA Starê jî nîşan dan ku tercîha wan li ser azadiyê çendî zelal û qeyîm e. Li dijî faşîzmê azadî hate hilbijartin. Li dijî sertewandiniya faşîzmê tercîh li ser şer, teslîmnebûnê û êrîşê hate kirin. Bi rastî jî hin hevalan bombeya xwe ya dawî di nav dijmin de teqand. Ev helwesta birûmet dîroke nû, çandeke nû, bawerî û sincekî nû tîne. Em YJA Star vê performanê têr nabînin, ji ber ku me dewleta Tirk a faşîst hê têk nebiriye, me nekiriye ku bi paş ve gav bavêje, ne nekiriye ku ji Kurdistanê vekişe. Heke me mafê demokratîk a Kurdan, statûya wan, Rêber Apo weke muxatabê fermî bida qebûlkirin me yê bigota em serkeftî ne.’’

EM LI SERFIRAZIYÊ ASÊ BÛNE

Ronahî diyar kir wan ev rastî li ber xwe danîne û plansaziya sala 2022’an kirin, ew dipên ku ji salên berê zêdetir êrîşê bîni ser wan û got, ‘’Ti niyeta xwe ji bo çareseriyê nîne. Em hay ji vê hene. Me, li dijî dewleta dagirker, şerê demokratîk ê gel ku li serfiraziyê asê bûye daye ber xwe. Ji vî alî ve em biryardar in. Plansaziya me bi berfirehî diyar bû. Di hemû mewziyên gerîla de, xasma jî gerîlayên jin wê aktîf bin, pêşengiyê bikin. Bi rola xwe rabin. Bi taktîkên zengîn bi ser dijmin de biçin. Gelê me ji her alî ve wê tişta ku dikeve bara wê de bi cih bîne, wê alîkariya xwe û diaya xwe texsîr neke. Ciwanên Kurdistanê jî wê zêdetir tevlî nav gerîla bibin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv