Rojnamevan Nazim Daştan ji Rojavayê Kurdistanê bi riya Skype tevlî bernameya Nîvroj bû. û bersiva pêşkêşvan Selman Aslan da. Daştan diyar kir ku êrîşên Dewleta Tirk çawa li ser Şengalê li Êyn Îsa, Minbic û gelek deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi heman armancê pêktê.
Rojnamevan Nazim Daştan got ku ji ber Rêveberiya xweser a gel li Şengalê heye, li Rojavayê Kurdistanî jî heye, dibin hedefa êrîşên Dewleta Tirk û hevkarên wê.