Nûçegihanê televisyona me Îbrahîm Êzidî tevlî bernameya Stêrka Sibê bû û derbarê rewşa dawî ya li Şengalê agahî da.
Îbrahîm Êzidî ragihand ku Meclîsa Demokratîk a Şengalê bang li civaka Êzidî kir ku derdora hêzên Şengalê kom bibin û xwedî lê derkevin. Îro wê peymana PDK, Îraq ê Tirkiyê ya li dijî Şengalê li gorî rêkeftinê bikeve dewrê. Liv û tevgera artêşa Îraqê zêde bû u gel berê xwe da navendên asayîşê.